NAVENDA NÛÇEYAN
Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdur Xelîl bang li tevahî welatiyên Rojava û bi taybetî li ciwanan kir ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi yek bin û bi rihê seferberiyê tevlî berxwedanê bibin. Xelîl her wiha bang li koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin jî kir ku erka xwe pêk bîne.
Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdur Xelîl, derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Rojava de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên xwe yên hovane de hemû cureyên çekan bikar tînin û li ser pêkhate û kêmnetewên herêmê komkujiyan pêk tînin. Di daxuyaniyê de bang li tevahî welatiyên Rojava û bi taybetî jî li ciwanan hate kirin ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi yek bin û ji bo têkçûna çeteyan di nava seferberiyê de bin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Til Hemîs û Til Birak re, bingeha hêza çeteyan a li Rojava û tevahî Suriyê hejiyaye. Vê yekê jî çeteyên DAIŞ’ê dîn kirine û ji wan re bûye meseleya hebûn û tunebûnê. Lewre jî tevahiya hêza xwe ya li Suriyê ku li Reqa, Heleb û bajarên din bicîh bibûn, komkirin. Heta ji Iraqê jî hêzên xwe anîne û li eniya Serêkaniyê, Til Temir û Menacir êrîş dikin. Tevî ku di van pevçûnan de windahiyên mezin didin jî, êrîşên xwe didomînin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku çeteyên DAIŞ’ê ku nekarîne li Kobanê bigihîjin armanca xwe, dixwazin li Til Temir û Serêkaniyê bigihîjin vê armanca xwe. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çete vê yekê jî li ser sivîlan komkujiyan pêk tînin û cihên pîroz ên wekî dêrên (kilîse) li gundên Asûriyan hedef digirin, jin û zarokan direvînin.
‘Eniya şer berfireh bûye’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku çeteyên DAIŞ’ê piştî têkçûna li Til Hemîs a li başûrê Qamişlo ku ji bo cihekî stratejîk bû, niha dixwazin hewl didin ku heybeta xwe vegerînin, ruyê xwe biparêz e û li herêmê hegemonyaya xwe ferz bike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyan ji bo vê yekê hemû eniyên şer ên li Suriyê terikandine û wiha hate domandin: “Hemû hêza xwe kom kiriye ku şerê kurdan û YPG’ê ku hêza parastina hemû pêkhateyên herêmê ye bike. Eniya şer a bi DAIŞ’ê re, ji başûrê sînorê Tirkiyê heta rojavayê sînorê Iraqê berfireh bûye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî van êrîşan hêzên hevbeş berxwedaniyek mezin nîşan didin û ev tişt hatin gotin: “Hêzên me yên YPG, YPJ, Asayîş, Erka Xweparastinê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Zêrevanên Xabûr ji bo têkbirina van êrîşên dijminên hovane yên sivîlan, milkê wan û hemû nirxên mirovahiyê hedef digirin, di heman kozikan de mil bi mil şer dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li tevahiya gel û ciwanan hate kirin: “Em bang li tevahî gelê xwe yê ji hemû pêkhateyan dikin ku yek bin û bi taybetî ciwan bi rihê seferberiya giştî tevlî berxwadanê bibin. Em bang dikin ku ji bo têkbirina van çeteyan û derxistina wan a ji herêmê hemû kes erka xwe ya parastinê pêk bînin. Heta niha hêzên koalîsyona navnetewî ji bo Til Temirê tu alîkarî nekirine. Lewre em bang li Koalisyona Navnetewî dikin ku wekî li Til Hemîs û Til Birak tevlî şerê li Til Temir jî bibe û erka xwe pêk bîne. Ji ber ku ev koalîsyon li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin.”
ANHA