Diyarname
Mele Amadettîn Yetîz (bi navê xwe yê din Seydayê Gurdîlî) ku hem siyasetmedar bû û hem jî helbestvan bû 2'yê mehê bi şev wefat kir.
Mele Amadettîn Yetîz di sala 1936'ande li Misircê tê dinê. Li medreyean xwendiye. Dema Şerafettîn Elçî di sala 1978'an de dibe Wezîrê Bayindirlikê yê Tirkiyeyê gelek kesî digire kar ku yek ji wan jî Seyda Amadettîn e. Wî di nav PDK'ya Bakur de cih girtibû. Di jiyana xwe de gelek helbest jî nivîsandibûn. Dîwana Mele Amadettîn Yetîz (Seydayê Gurdîlî) ya helbestan bi navê "Banga Yekîtiyê Bo Azadî" (amadekar Abdulhakim Gunaydin) ji Weşanê Nûbiharê derketibû.
Seyda Amadettîn bi vîrusa koronayê ketibû û ev 10 roj bûn li nexweşxaneyê bû. Duh bi şev li Batmanê wefat kir.