Diyarname
Ji bo Roja Zimanê Kurdî li Amed, Wan û Îzmîrê daxuyaniyên çapemenî hatin dayîn û ev roj hat pîrozkirin.
Li Amedê Kurdî Derê li ber Mêvanxaneya Åžaredariya Bajarê Mezin daxuyaniyeke pêÅŸkêÅŸ kir. Di daxuyaniya çapemeniyê de Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, Åžaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekin, Serokê Komeleya Nivîskaran Îrfan Babaoglu, endamên Însiyatîfa Dayikên AÅŸtiyê, Endamên Komeleya Hemwelatiyên Azad û bi sedan kes amade bûn.
Di daxuyaniyê de diruÅŸma " "Zimanê me rûmeta me ye" hatin avêtin. Serokê GiÅŸtî yê Kurdî-Derê li ser asîmîlasyona li ser kurdî sekinî, got ku zimanê me rûmeta me ye û divê em xwedî lê derkevin. AktaÅŸ wisa got: "Her kesê ku ji Tirkiyeyê hez dike, diwaze li vî welatî aÅŸtî, biratî û hizûr çêbe divê ji bo belatkirina qedexeya li ser kurdî xebatê bike. Ji ber ku mafê gelê kurd û zarokên wan jî heye ku bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin."
Li Wanê jî Åžaxa TZPKurdî bi beÅŸdariya saziyên wekî DTP, Goç-Der, TUAD-DER, Navenda Çanda Serhedê, KESK, Egitim Sen, YODER, endamên Meclisa Åžaredariya Wanê yên DTP'yî, Tevgera Hemwelatiyên Azad, Tevgera Jinan, ÎHD daxuyaniyeke çapemeniyê pêÅŸkêÅŸ kir.
Berdevkê demê yê TZPKurdî Qahir Bateyî xwest ku kurdî bikevi bin ewlehiya Zagona Bingehîn, pê perwerdehî bê dayîn, bang li her kurdî kir ku li hemberî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê bisekinin û kurdî bikin zimanê jiyana rojane.
Li Îzmîrê jî Kurdî-Dera Îzmîrê li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyaniyeke pêÅŸkêÅŸ kir. Saziyên wekî DTP, EMEP, SDP, ESP, ÎHD, Goç-Der, TAYD-DER, Azadiya Welat piÅŸtgirî da daxuyaniyê.