Diyarname
BDP ji bo bi partiyên siyasî, sendîka, saziyên sivîl, odeyên pîşeyan, platforma zagona bingehîn, komên ji baweriyên cuda, akademîsyen, rojnameger û nûnerên gelên cuda ên li Tirkiyeyê re nîqaşa "Di serdema nivîsîna Zagona Bingehîn de beşdariya civakî" dike. Ji bo vê yekê jî 22'yê vê mehê li Stenbol / Elite Wordl Otelê konferansek li dar dixe.
Axaftina destpêkê ya konferansê dê Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak bike. Paşê mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya onder û Cîgira Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beşdaş dê li ser serdena nivîsîna Zagona Bingehîn agahî bidin beşdaran. Piştî van jî dê nîqaş dest pê bike; kesên beşdar dê dîtin û daxwazên xwe bînin ziman.
Konferansa ku moderatoriyawê dê Parêzer Husnu Ondul û nivÎskar Ayşegul Devecioglu bikin dê heta 18'ê êvarê bidome.
Ji bo kesên eleqedar:
Dîrok: 22.09.2012
Saet: 09.30
Cih: Elite World Otel
Şehit Muhtar Caddesi No:42 Taksim/İstanbul