Diyarname
Fîlmê komedî yê îngilîz ê bi navê "Mirina Stalîn" (The Death of Stalin) dê li Rusyayê biketa vîzyonê lê piştî temaşekirina hin rayedaran nîşandayîna wî hat betalkirin. Nayê zanîn dê kengê bê nîşandayîn, yan jî bê nîşandayîn yan na.
Wezareta Çandê ya Rusyayê ji bo ajansa nûçeyan Interfaksê got ku wan biryar ragihandiye kompaniya belavkirinê Volga ku dê fîlm belav bikira.
Hat gotin ku berî nîşandayînê hin rayedaran li fîlm temaşekirin. Ji wan yek ji endamên Konseya Şêwrê ya Wezareta Çandê ya Rusyayê Yury Polyakov gotiye ku di fîlm de "şerek îdeolojîk" heye. Cîgira Serokê Komîsyona Çandê ya Dumayê (Duma baskê jêrîn ê Parlemena Rusyayê ye) Yelena Drapeko jî wisa gotiye: "Di jiyana xwe de min fîlmekî wisa xirab nedîtiye."
Derhêneriya fîlm Armando Iannucci kiriye û Steve Bescemi u Jeffrey Tambor serlîstikvaniya fîlm kiriye. Di fîlm de piştî di sala 1953'yan de Josef Stalif felc dibe û dimire pevçûnên li nav Kremlînê yên piştî wî bi zimanekî hicwî tê ziman.
Fîlm gere 25'ê mehê biketa vîzyonê, hat betalkirin.