Vê êvarê (saet li dor 20.30'yan) balafirên şer ên Tirk çiyayê Qendîl, Zap, Xinare, Xaxûrke, Sîdera, Haftanîn û Metîna bombebaran kir. 12 balafirên şer ji 2'yemîn Serleşkeriya Hêzên Hewayî ya li Amedê rabûn û dest bi bombebaranê kirin.
Balafiran hem rêyên hewayê ya Iraqê, hem jî ya Îranê bikar anî.
Hate gokin ku Navenda Ciwanan a Şaredariya Qendîlê hatiye bombekirin. Li gor agahiyan 5 heb bombeyên qezan li navendê ku li gundê Zergele bûn ketine.
Dîsa li gor agahiyên ku tên hêzên bejayî yên Artîşa Tirk jî sînor derbas kirine û ketine gundên Herêma Federal a Kurdistanê.
Hate diyarkirin ku gundiyên Berxêl ku ev gund girêdayî Sîdeka ye ji ber barandina topan gundê xwe terk kirine.
Di vê navberê de Roj TV nûçeyek weşand û got ku hêzên HPG'ê li firokek bi markeya Skorsky xistine û ew daxistine.
DÎHA