Silêmanî
Cara yekem e ku di dîroka Iraqê de, jineke kurd bawernameya pîlotiyê digire ku ev jina ciwan jî ji bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê ye.
Yekem car e ku jineke kurd li Iraqê bawernameya pîlotiyê digire. Wertî Ebûbekir Elî di sala 1991’ê de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Wertî niha bûye pîlota firokeyeke cûre BOEING ya 737 a rêwiyan ya di navbera Bexda û Silêmaniyê de, seferê dike.
Wertî, di dîroka Iraqê de yekem jina kurd e ku bawernameya pîlotbûyînê werdigire. Wezareta Vegûhestinê ya Iraqê Jina pîlot li Danîmarkayê daye xwendin û kiriye ku fêrî firokevaniyê bibe.
Ji Rojnewsê hatiye girtin