logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Şêxmeqsûd

Bi navê xwe yê din Cebel Seyd, bi kurdî jê re dibêjin çiyayê Seydo. Ev dever cihekî çol bû, bi piranî kurdên Efrîn û Kob

  • Dîrok: 20/06/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

HENÎFE HISÊN

Bi navê xwe yê din Cebel Seyd, bi kurdî jê re dibêjin çiyayê Seydo. Ev dever cihekî çol bû, bi piranî kurdên Efrîn û Kobanî ji salên dirêj ji bo debara xwe bikin koçî bajarê Helebê kirin û bi kedeke pir mezin ew dever vegerandin taxeke ku lê jiyana xwe domandin. Paşê bû devereke ku bi hezaran malbatên kurd lê bi cih bûn û ji bo bajarê Helebê yê wekî bajarê duyemîn yê Sûriyê di hêla pîşesazî û aborî de tê naskirin. Gelê me yê cefakar li vî bajarî bûn beşeke mezin ji karkerên vî bajarî pîşesazî ya keda milê wan erzan. Lê tevî wê jî xwe bi jiyanê girtin û têkoşîna jiyanê dan. Bi karekterê xwe wekî çîna karker, heya dawiyê fedekar û welatparêz in. 

Bi têkoşîna Azadiya Kurdistanê re ev gelê me yê fedekar deriyê xwe ji tevgerê vekir û bi hemû hêza xwe di nav de cih girtin. Bi sedan zarokên vî gelî di nava têkoşîna azadiyê de cih girtin û şehîd ketin. Di vê wateyê de xwedî mîraseke têkoşînê ya mezin in. Di pêvajoya şoreşa Rojava û Sûriyê de bê dudilî beşdarî nava refên şoreşê bûn. Ji ber gelekî zana û bi rêxistinkirî ye. Hîn ji destpêka şoreşê xwestin bi rêya Eşîra Begaran xwestin provokasyonekê çêkin û şerê kurd û ereban derxînin. Di vî şerî de heval û dayîka me Gulê Selmo jiyana xwe ji dest da. Lê bi sekna xwe ya politîk û rêxistinkirî ev komplo vala derxistin û dev ji cih û warê xwe bernedan. Paşê grûbên qaşo Artêşa Azad xwestin xwe di taxê de bi cih bikin. 

Bi rastî hîn ji destpêkê ve gelê me li vê herêmê zorî û zehmetiyên mezin kişandin, ji ber jiyana wan mîna ku di devê gur de be dijiyan. Ger xwe nêzî Artêşa Azad dikirin rejîmê li wan dida û dema dixwestin xwe ji lêdana rejîmê biparêzin jî wan komên çekdar êrîş dikirin. Di nava vê dualîtiyê de jiyan ew qasî ne hêsan bû. Ji bo wê bi dehan caran şer derketin û di van şeran de bi sedan gelê me yê sivîl jiyana xwe ji dest dan. 

Di şerê li Eşrefiyê de, lêdana balafirên rejîmê li taxa Marûf û şerên din ên ku qewimîn de hem grûbên çete û hem jî rejîmê li ser gelê me komkujî pêkanîn. Lê car din gelê me bi derfetên xwe yên kêm û bi ewladên xwe yekîneyên xwe ên parastinê çêkirin û li hemberî her êrîşê li ber xwe dan. Digotin heya zarokên me li vir in, em jî vê derê bernadin. Ji bo wê li her derê şer bisekine peyman çêbibin jî li vê devera biçûk tu carî şer û pevçûn nasekine. Ji ber deverek stratejîk e û hemû Helebê dixe bin kontrola xwe. Niha ew taxa biçûk bûye xwedî wateyek pir mezin. 

Ev çend sal in di bin dorpêçê de ye û ji 4 mehan zêdetir e ev tax di bin êrîşek mezin de ye. Li vê deverê hemû bêrêtî û kirêtî tên meşandin. Heta çekên kîmyewî hatin bikaranîn, bi hezaran fuze û topên dojehê tên bikaranînin. Şeva din dîsa komkujiyek pêkanîn û di encamê de dayika Şehîd Rizgar û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan, lê mixabin cîhanê tevî xwe kerr kiriye û bêdeng in. Ji vê bêdengiya wan jî diyar e ku hemû hêzên cîhanî hevkarê vî şerê bi qirêj in. Di serî de DYA, neteweyên yekbûyî û hemû hêzên koalîsyona navdewletî berpirsyarê vî şerî ne. Nêzîkatiyek heya dawiyê cotstandart heye. 

Ji milekî ve bi me re mil bi mil li Cizîrê li hemberî komên çete şer dikin, ji milê din grûbên girêdayî koalisyonê êrîşî gundewarên Efrîn û taxa Şêxmeqsûd dikin. Her roj sozên ku em li ser disekinin û em ê agirbestê çêkin didin, lê di pratîkê de tiştekî bi vî rengî li holê nîn e. Dema hêzên me dixwazin ji Kobanî û Efrîn ber bi Şêxmeqsûd û herêma Şehba ve biçin jî nerazîbûna xwe diyar dikin. Ji ber ku bi vê rengî Tirkiyê di xeta xwe de digrin. Armanca wan zelal e, naxwazin em ber bi wê qadê ve biçin ku navbera kantonan vebe û pergala federal li wan deveran pêk were. Ji milê din ve jî li Tirkiyê civînan çêdikin û grûbên wekî Ceyş el Şîmal ava dikin. Ev karakterê Amerîka ye, xwe bê alternatîf nahêlin, hem bi me re li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, hem bi grûbên girêdayî xwe li dijî gelê me şer dikin. Ev jî di bin navê ku Tirkiyê wê bixeyide û nerazî ye dikin. 

Jixwe diyar e hêzên modernîteya kapîtalîst pragmatîst e û li gorî berjewendiyên xwe nêz dibe. Wê wextê berjewendiyên gelê me jî hene û bi taybet Şêxmeqsûd ji bo me xeta sor e. Em ê çavên xwe ji van komkujiyan re negirin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê ji bo parastina gelê xwe têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Bila gelê me ji bilî hêza xwe ya cewherî baweriya xwe bi tu hêzên din neyne. Dostên kurdan nîn in, lê kurd ne bê alternatîf in jî. Wê gelê me heya dawiyê xwe biparêze û li hemberî hemû konseptan jî vê sekna xwe ya bi rûmet berdewam bike. Serkeftin ya gelê me ye.

jindasilan@gmail.com

20.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Daneberheva Du Wergerên ‘Kurk Mantolu Madonna’

ad

Navê Hafiz Akdemir û Hrant Dînk li du parkên Amedê kirin

ad

Şêrko Bêkes: Helbesta kurdî ne kêmî helbesta dinyayê ye

ad

Di sala 2020'an de li Rojava rewşa weşangeriyê

ad

Brezîlya ji bo Kûpaya Cîhanê ne amade ye!

ad

Zrînga 10'an we girt?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname