Diyarname
Li Parta Ataturk a Kuçukçekmeceya Stenbolê parkek heye. Park hatibû nûkirin. Lê xaliya li parkê bi stêrkek zer, rengê zer, sor, li quncikên stêrkê giloverên hêşîn hebû. Ji bo zarokan rengên balkişîner. Û zarokan jê hez dikir. Lê êdî kî "aqil" bir serî, kî gilî kir, bi îdîaya "ev reng nîşaneyên ala YPG'ê ne" gilî li Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê kir. Qeymeqamî lêpirsîn da dest pê kirin û îro ew park hat xirakirin, xalî û rengên li holê hatin rakirin.
Ev jî fotoyê meseleyê ye...



