Diyarname
Yekîtiya Sînemagerên Belgefîlmkar (BSB) li ser girtina belgefîlmkar Sibel Tekin ku bi xwe endama wan e daxuyaniyeke nivîskî belav kirin. Nêzî 900 kesî daxuyanî îmze ku têde gotin "Em li pişta Sibel Tekîn in".
Belgefîlmkar, derhêner Sîbel Tekîn mehek berê hatibû girtin û ew hê jî girtî ye. Di meha yekem a girtina Tekîn de BSB daxuyaniyeke amade kir û gelek derhênerên sînemayê ew metin îmze kirin.
Derhêner Azra Deniz Okyay, Emin Alper, Huseyin Karabey, Ozcan Alper, Pelin Esmer; akademisyen Ahmet Haşim Kose, Feride Aksu, Onur Hamzaoglu, Sureyya Karacabey; nivîskar Ayşegul Devecioglu, Gaye Boralioglu; siyasetmedar Bariş Atay, Filiz Kerestecioglu, lîstikvan Deniz Turkali, Renan Bilek, rojnameger İrem Afşin û İrfan Aktan jî di nav de nêzî 900 kesî daxuyanî îmzeya kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi ser mala belgefîlmkar û rojnameger Sibel Tekin de hat girtin, dest danîn ser malmeze û arşîva wê, 17'ê berfanbara 2022'yan jî ew hat girtin. Piştî vê yekê BSB'ê ji bo berdana wê dest bi kampanyaya îmzeyan kir û di meha girtina wê de vê daxuyaniyê belav dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tekin li ser saeta havîn-zivistanê belgefîlm dikişand, di dema tarî bû de li ser tarîtî belgefîlm dikişand, ev yek wekî sûc hatiye nîşandayan û hatiye gotin ku dozger xwe di warê belgefîlman de rayedar nîşan daye ku ev yek trajî-komîk e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev bêedaletî, kêfîtevgerîn a li hemberî belgefîlmkaran û li hemberî Tekin divê bê rawestandin û wisa hat gotin, "Em bang dikin ku her kes Sîbelê û sînemaya belgefîlmkaran biparêzin."
Li aliyê din, danişîna doza yekemîn a Sibel Tekin li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, roja 23'yê reşemiya 2023'yan, saet 11.40'î de ye. BSB'ê eşkere kiriye ewê li wê derê bin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Derhêner Sibel Tekîn di bin çavan de ye


