Qamişlo
Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişloyê li ser zimanê kurdî komxebatek li dar xist. Nûnerên saziyên zimanê kurdî, rêxistinên jin û yên sivîl û endamên PYD`ê li ser perwerde û girîngiya zimanê kurdî nîqaş kirin.
Di rûniştina yekem a bi sernavê 'Zimanê kurdî parçeyek ji nasname û çanda me ye& de endama Saziya Zimanê Kurdî Xecê Petekkaya axivî.
'ZIMAN BI VÊ XAKÊ Û KOKA WÊ VE GIRÊDAYÎ YE'
Xecê di destpêka axaftina xwe de dîroka zimanan û bi taybet zimanê kurdî vegot û girîngiya ziman bi lêv kir. Xecê got "Zimanê hemû gelan beşeke bingehîn a nasname û çanda wan e. Ziman bi xakê û kokê wan ve girêdayî ye. Divê ziman were parastin û mafê hemû gelan e ku bi zimanê xwe îfadeya xwe bikin. "
Xecê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku zarok dikarin fêrî gelek zimanan bibin lê ne li ser hesabê zimanê wan ê dayikê be. Her wiha îşaret pê kir ku zimanê kurdî yek ji zimanên kevnar ê herêmê ye, sembola têkoşîna gelê kurd e, divê bîra dîrokî bi rêya ziman û belgekirine were parastin.
Xecê anî ziman ku ji ber polîtîkaya înkar û paşguhkirinê zimanê kurdî di xetereyê de ye û divê têkoşîn bidome heyanî ku gelê kurd bigihîje mafên xwe.
'PIR GIRÎNG E KU KURD BI ZIMAN^ĞE XWE YÊ DAYIKÊ BIXWÎNIN'
Ji bo pêvajoya entegrasyona demokratîk Xecê ev tişt bi lêv kir, "Pir girîng e ku gelê kurd di vê pêvajoyê de bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne. Fêrbûyîna bi zimanê kurdî ne ji dibistanê dest pê dike, lê li malê û di nava civakê de de jî divê were kirin. Divê zarok fêrî zimanê kurdî bibin û li Sûriyeyê jî bibe zimanê perwerdeyê."
'HEMÛ NETEWE DIKARIN BI ZIMANÊ XWE BIXWÎNIN'
Di rûniştina duyem bi sernavê 'Zimanê kurdî têkeve destûrê û parastina mafê ziman ê gelê kurd' de berdevka Meclisa Jinan a PYD'ê Horiya Şemdîn axivî. Horiya qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafê zimanî ku Sûriyeyê jî di nav de gelek welatiyan îmze kirine şîrove kirin. Horiya destnîşan kir ku li gorî qanûn û peymanên navneteweyî hemû netewe dikarin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.
Horiya Şemdîn bal kişand ser biryarnameya 13‘an û got, "Ev pêdiviyên gelê kurd pêk nayîne û ne li gorî bedel û têkoşîna bi salan hatiye meşandin."
'KURD DIVÊ TÊBIKOŞIN HETA KURDÎ BIKEVE DESTÛRA SÛRIYEYÊ'
Horiya Şemdîn di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Divê gelê kurd têkoşîna xwe bidomîne heyanî mafê xwe bi dest bixe û Sûriyeyeke demokratîk ava bibe ku hemû pêkhateyan bigire nav xwe û zimanê kurdî têkeve destûra Sûriyeyê ."
Piştî rûniştina yekem û duyem ji komcivînê jinên ku tevlîbibûn ji bo mekanîzmeyên xebatê û bernameyên ji bo ziman pêşniyarên xwe kirin.


