Stenbol
Rojnameya alîgirê hikumeta AKP'ê ya bi navê Star bûyera komkujiya hikumeta Sûriyê ya li Hamayê îro di rûpela xwe ya yekemîn de weşand û pêre jî wêneyê Helebçeyê bikar anî. Rojnameyê li kêleka wêneyê Helebçeyê wisa nivîsî: "Wêneyê ku nayê ji bîr kirin. Bav Hafiz Esad li Hamayê piranî jin û zarok 25 hezar kes qetil kiribû. Bi vê wêneyê haya dinyayê ji komkujiya Hamayê çêbû."
Lê wêneyê ku Starê bikar aniye wêneyê komkujiya Helebçeyê ye û ew wêne piştî komkujiya Helebçeyê ji aliyê Ramazan Ozturk ve hatibû kişandin.
Dîktator Sedam Huseyîn di 16'ê adara 1988'an de gaza kîmweyî avêtibû Helebçeyê û bi ser 5 hezarî ke kurd hatibûn kuştin. Ev wêneyê ku Starê wekî wêneyê ji komkujiya Hamayê nîşan daye jî têde gelek wêneyên ku Ramazan Ozturk li Helebçeyê kişandibûn li seranserê dinyayê belav bûn.