Sîdar Jîr
Di sala 2002’yan de ku min dest bi wergera çîrokan kir, wekî hemû kesên ku hezkiriyên wêjeyê ne û di nava hewldanekê de ne tevgeriyam. Di wê hewldanê de, bi heval û dostên xwe re min şêwr û nîqaşên dûvdirêj dikir. Gelek kes hebûn ku min ji tecrube û pênûsên wan sûd werdigirt. Di navbera 2002-2007’an de min wergera çîrokên bijarte yên O Henry, S. Anderson û E. Hemingway qedandin. Çend hevalên min ên di wî warî de şareza ku dostaniya me niha jî didome ew werger xwendin, şîrove kirin, rexne kirin, pêşniyazên xwe çi bi devkî (rû bi rû) çi jî bi nivîskî vegotin/ji bo min şandin.
Yek ji wan jî heval û dostê min ê ezîz Ergîn Opengîn bû ku wê demê ew li Zanîngeha Bogazîçiyê ez jî li ya Dîcleyê xwendekar bûm. Di kovara “YAZINCA”yê de nivîs û wergerên cenabê wî yên gelekî serkeftî hebûn. Wê demê min jî ligel “heval”ekî xwe yê hêja li Amedê bi navê “Kulîlk” fanzînek kurdî û paşê jÎ bi navê Kulîlka Ciwan kovarek derdixist. Welhesil paşê dema ku min qala wergera S. Anderson kir hevalê min ê ezîz Ergîn xwest bi awayekî alîkariya min bike û hin tiştan bi min re parve bike. Min 11 çîrokên Anderson ên bijarte wergerandibûn. Li ser bihîstina wergera çîrokên Anderson, Ergîn qala çend çîrokên ku kêfa wî jê re hatibû kir û yek ji wan jê wergerandibû jî û bi rêya e-mailê ji min re şand. Min danberheviya wergera xwe û cenabê dostê ezîz jî kir û min ji werger û fikrên cenabê wî gelek sûd jî wergirt. Min ev yek bi cenabê wî re jî parve kir û me qala gelek tiştan kir ji bilî wê çîrokê… Piştî demekê min her sê dosye şand weşanxaneyê. Lê mixabin me agahiya ku diz ketine weşanxaneyê û qompîterên weşanxeyê û gelek tiştên wan ên girîng jî birine girt. Demeke gelekî dirêj kete navberê weşanger ji min dîsa her sê dosye xwest. Bi qasî du meh şûn de, piştî ku min dîsa çavek li wan gerand, min yek bi yek çîrok hilbijart û di nava sê dosyeyan de şand weşanxaneyê.
Çend guhertin hebûn di dosyeyan de, di dosyeya O Henry de 15 çîrok hebûn, min 2-3 çîrok jê derxist ya E Hemîngway jî wisa û ya S. Anderson jî min 4 çîrok ji navê derxistibûn. Ev mijara vê nivîsê ku wekî “Întihal” hatiye derpêşkirin ji bo raya xwendevanên kurdî ev e. Di şandinê de ew çîroka bi navê “Hebên Kaxizî” ku ji aliyê dostê min ê ezîz û akademîsyenê kurd Ergîn Opengîn ve hatiye wergerandin mixabin bêyî ku hay jê çêbibim hatiye şandin û ez bi xemgînî pê hesiyame.
Ji ber vê xeletiyê ne edîtorên wê pirtûkê rêzdar Kawa Nemir û ne jî cenabê Ciwanmerd Kulek ê ezîz û her wiha weşanxane jî divê neyê sûcdarkirin. Ji ber nivîsa Înan Eroglu ya di bloga xwe de nivîsandiye jî spasiya wî dikim ku ev nivîs bi min da nivîsandin.
Lê bila dilê cenabê wî jî rehet be, ew ne întihal e… Ji ber ku ew çîrok a ku di pirtûkê de hatiye çapkirin, ji ber wê xeletiya ku min li jor qal kiriye bi vî rengî çêbûye. Ji lew re ew çîrok a ku di pirtûkê de bi wî rengî hatiye çapkirin, ne wergera min e û raste rast ya cenabê Dr. Ergîn Opengîn e. Wekî ku tê gotin, çend tîp û nizanim çend peyv hatiye guherandin jî nîn e. Bi her awayî aîdî cenabê rêzdar Opengîn e. Heger guhertinên biçûk çêbûbin jî bawer im di dema tehsîs û redaksiyonê de çêbûne.
Ji ber vê xeletiyê û haypêxistinê spasiya cenabê İnan Eroglu dikim û dubare dibêjim ku ew ne întihal e, rasterast wergera cenabê Opengîn e.
Ya girîng gotina dawî ye; Ji ber vê aloziyê berî her tiştî û her kesî ez ji dostê ezîz Dr. Ergîn Opengîn lêborînê dixwazim. Li ser wê baweriyê me ku kurikê “Navşarî”dê bi bişirîn vê nivîsê bixwîne. Silavên germ…