Rojnameger û aktîvîstê mafên mirovan Şaban Dayanan (42 salî) îro li mala xwe jiyana xwe ji dest da.
Rojnameger û aktîvîstê mafên mirovan Şaban Dayanan ku ji Dihêya Sêrtê bû gelek salan di rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê de cih girt. Wî bi xebatên xwe heta niha ji gelek saziyan xelat girtibû. Dayanan îro serê sibê li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Hê sedema mirina wî nayê zanîn lê tê gotin ku di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest daye.
Ji bo Dayanan li tesîsên spore ya li Meydana Çiksalinê kona şînê hate danîn. Cenazeya Dayanan sibê saet 15.00’an de dê li ber ÎHD’ya Stenbolê bê rakirin.