Diyarname
Endazyarên kurd malpera xwe vekir. Di malperê de li ser endazyarî nivîs hene.
Malpera endazyarên kurd di navnîşana www.endezyar.org de vebûye. Weki armanc jî ev tişte gotine: "Endezyar.Org bi armanca ku der barê hemû cureyên endezyarî de bibe çavkaniyeke berfireh a kurdî hatiye avakirin. Em dizanin ku zanistî bi zimanên her gelî were pêşxistin wê demê gelê cîhanê zêdetir ji zanistîyê fêde bigrin. Ne tenê neteweyên ku dewletên wan ê dewlemend hene, bi tevahî mirovên ku li ser cîhanê dijîn xwedî mafên fêdegirtina zanistiyê ne. Hawê ku li jor dinivîse armanca Endezyar.org zanistiyên pozîtîf ku teknolojîyê pêşdixin û jiyana mirovan hêsantir dikin, mîna cûrvên endezyariyê pêşbixe û bixe xizmeta hemû gelê kurd.
Endezyar bi wateya xwe engineer e. Cureyên Endezyariyê gelekî zêdene û her roj jî zêdetir dibin. Cûrvên endezyarî yê, Kareba (Electricity), Avahî (Civil), Bestir(Textil) û çend cûrvên din jî hene."