Diyarname
Rojnameya Xwebûnê bi hejmara xwe ya 18'an derket. Ji ber ku vîrusa koronayê meseleya çapkirin û belavkirinê zehmet bûbû rojname çap nabe, lê yên bixwazin dikarin ji ser PDF'ê re daxin û bixwînin.
Rojnameyê di hejmara xwe ya nû ya 20-26'ê avrêlê de manşeta "Xefika Zînî Wertê" derxistiye pêş. Werte ku li Başûr herêmek e ev demek e di nav partiyên kurd de bûye pirsgirêka sere û rojnameyê jî cih daye vê meseleyê.
Rojnameyê di hevpeyvîna vê hefteyê de ligel nivîskar Konê Reş axiviye. Konê Reş dibêje "Min beşek ji bîranên xwe wek romanê di Beriya Mêrdînê de daniye ber çavan. Bêguman, ev roman ne serboriya min tenê ye, serboriya
piraniya nifşê min e. Şêweyeke ji şêweyên jiyana min û jiyana hevçerxên min e di Beriya
Mêrdînê de... Ev pirtûka min ne romanek pexşaneyî ye,
bêtir dikarim bibêjim ku xepartinek durist e ji hebûn û
vejandina me xelkên Beriya Mêrdînê re."
Ji nivîskarên rojnameyê Felemez Ulug meseleya Mexmûrê ku ev bi mehan e li dor ambargo heye nivîsandiye û dibêje, "Armanc valakirina Mexmûrê ye."
Her wiha nivîskarên rojnameyê Munewer Azîzoglu Bazan, Reyhan Îke, Selîm Temo, Yildiz Çakar, Ramazan Tunç, Mem Avba, Ayhan Erkmen, Cemil Oguz, Cemile Turhalli, Mehmet Seyîtalîoglu, Sîdar Jîr, Ahmed Kanî bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtine.
Ji bo daxistinê: