SILÊMANÎ
Di Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Silêmaniyê de firoşgehek pirtûkan hate vekirin. Rêveberê pirtûkxaneyê got: “Pirtûkxane dê bibe navendek ji bo danûstandina agahiyan û firotina pirtûkên ku ji hêla Zanîngeha Silêmaniyê ve hatine çapkirin.”
Wekî beşek ji Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Silêmaniyê, pirtûkxaneyek bi sernavê ‘Pirtûk ji cîhanê re sirên xwe dibêjin’ hate vekirin.
Rêvebera Pirtûkxaneya Navendî û Çapxaneya Zanîngeha Silêmaniyê Terîfe Omer di merasîmê de axivî û got: “Me li Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngehê pirtûkxaneyek vekir ku dê bibe navendek ji bo danûstandina agahiyan û firotina pirtûkên ku ji hêla Zanîngeha Silêmaniyê ve hatine çapkirin. Armanca me ew e ku di navbera zanîngeh û civakê de têkiliyek çêbibe û her wiha çandeke xwendinê ji bo xwendekar û akademîsyenan ava bibe. Fikra vê navendê ya Profesor Dr. Îbrahîm Mihemed e ku ew pêşkêşî Zanîngeha Silêmaniyê kir. Piştî hinek astengiyan, ev proje ji aliyê Seroka Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Kosar Mihemed ve hate bicîh anîn.”
Terîfe Omer wiha domand: “Armanca me ew e ku zanîngeha dayik (Silêmanî) bibe çapxaneyek, pirtûkxaneyek modern û şaneyek ji bo firotina berhemên zanistî û akademîk. Rast e pirtûkxaneyên dîjîtal xwendina pirtûkan kêm kirine. Ev proje rêyeke ji bo balkişandina ser xwendinê ye.”
Piştre xwendekarên Beşa Ragihandinê ya Zanîngehê belgefîlmek li ser dîroka Pirtûkxaneya Zanîngeha Silêmaniyê pêşkêş kirin. Her wiha xwendekarên Beşa Hunerê konserek biçûk pêşkêş kirin. Herî dawî Dr. Kosar Mihemed xelata rêzgirtinê da bijîşkên ku xizmeta Zanîngeha Silêmaniyê kirine.
Rojnews

Terîfe Omer got, "Ev proje rêyeke ji bo balkişandina ser xwendinê ye.”


