Yaşar Eroglu
Weşanxaneya Lîsê di sala 2007’an de xizmeteke hêja ji bo ziman, çand û wêjeya kurdî kir û bîst pirtûkên hêja yên klasîka kurdî ji nû ve weşandin. Ji Celadet Bedirxan û Osman Sebrî bigirin heta Îbrahîm Ehmed pirtûkên giranbuha tê de hene.
Heta niha ji bilî nirxandinên kurt, min nirxandineke dorfireh nedît an bibe jî ez rast nehatime. Ev seta pirtûkan min di sala 2008’an de kirî. Ji bilî du sê heban, min derfet nedît ku ez vê setê xilas bikim. Demên dawiyê min derfet dît ku ez bixwînim û xilas bikim. Min xwest ez li ser vê xizmetê nirxandinêkê bikim û çend kêmasiyên min dîtine bînim ziman. Dibe ku bê gotin çima ew qas dereng. Ji ber ku bîstên wan teqez nexwendî min nikaribû nirxandinek bikira. Yanî ji ber ku min ev set nû xwend ev nirxandina min a niha ne dereng e.
Berî her tiştî, divê her kesê pê re eleqedar ji bo vê xizmetê ji Weşanxaneya Lîsê re spasiyên xwe pêşkêş bike. Her wiha ji ew kesên ku ev yek fikirîne, serê xwe pê re êşandine, dane û pêşkêşî weşanxaneyê kirine re jî. Ev xizmeteke kêrhatî û sûdewer e.
Kesên ku bi ziman, wêje û çanda kurdî re eleqeder dibin baş dizanin ku çanda kurdî bi çi re rû bi rû mabû. Di her warî de dîwarek di navbera nivşên nû û pêşî de hatibû rakirin. Ew dîwar hê jî heye. Ji bilî kesên bi taybetî, bi hewldana xwe ew dîwara sivik kiribûn, ne mimkûn bû ew dîwar bê rakirin. Bi têkoşîna sî salên dawî derfetên rakirina dîwêr çêbûn, lê nehatibû bîra kesî ku dîwar bê rakirin. Helbet ji bîra kesinan neçûbû lê nedihate bîrê ku ev dîwar çawa û bi çi amûran bê rakirin.
Pencereyeke di dîwar de vebû
Weşanxaneya Lîsê pencereyek ji wî dîwarî vekir û em gihandin pişt wî dîwarî. Di nav wê danehevê de cara pêşîn çavên me bi van bîst pirtûkan ket. Di nav van pirtûkan de çi heye, çi tune ye, êdî maye ser wijdana xwendevan. Divê bê xwendin û di nav refên tozgirtî de wekî sermiyaneke pesindanê nemînin. Ji weşandina wan pê ve qet nebe êdî kesê nikaribe bêje, em nikarin bigihîjin hilberîn û berhemên demên borî ku êdî bûne klasîkên kurdî. Kesê bixwaze qewdek ji vî derfetî di bin destê wî de ye.
Belê dîwar hatibûne danîn. Ji bilî kêm kesan haya kesî ji Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Îbrahîm Ehmed, Rehîmê Qazî, Bavê Nazê, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Ereb Şemo û hwd tune bû. Wan hêjayan çi kiriye, çawa kiriye? Berhemên wan hene, çi gotine, çawa gotine? Çi fikirîne, çawa fikirîne, li ser kaxiz ev yek çawa anîne ziman? Kêm be jî wêjeyeke me ya nûjen heye yan na? Mixabin nedihat zanîn. Îro em dikarin wê pencereya di dîwêr de vebûyî re van hêmayan hîn bibin, jê sûd wergirin.
Me nedizanî C. Bedirxan ji bilî ziman, bi wêjeya kurdî re jî daniye û standiye. Me nedizanî K. Bedirxan ji bilî ziman bi çi re serê xwe êşandiye. Me nedizanî zimanekî wî heye, wekî ava Dîcleyê car heye gij, car heye rewan û lîrîk û helbestane diherike.
Bi feraseteke nûjen mijarên xwe nivîsîne
Me bi xizmeta Weşanxaneya Lîsê ya seta Pitûkxaneya Ehmedê Xanî gelek sûd wergirt. Kê bixwaze dikare sûdê jê wergire. Min bi xwe jê gelek sûd wergirt. Ez kêm haydar, ketime nava daneheva dewlemend, heta dilopa dawî min lê avjenî kir. Ez fêr bûm ku Celalet Bedirxan ne tenê zimanzan e, her wiha pê re jî çîrok, gotar û şanonûs e. Her wiha Kamîran Bedirxan ji bilî karê ziman, çîrok jî nivîsîne û pênûseke dilzîz pê re bûye. Cegerxwîn tenê bi helbestan re serê xwe neêşandiye, roman û çîrok jî nivîsîne. Evdirehîm Rehmî Hekarî berî her kesî şanoya kurdî bi destaneke gelerî ceribandiye. Mele Mehmûdê Bazîdî ji bilî xebatên kurdewar, Mem û Zîna Ehmedê Xanî wekî pexşan vejandiye.
Bi rastî mirov dikeve nava vî çemê çanda kurdî ya klasîk, hestên mirov vedijin. Wan tenê pirtûk nenivîsîne, ew der kirine platforma perwerdehiyê. Di wêjeya wan de xurafe, dersirûştîtî nîn e. Bi feraseteke nûjen mijarên xwe nivîsîne. Mirov dibîne ku feraseteke rewşenbîrî, zanayî û mêjiyên ronak dûmena vî mêjiyî qumanda kiriye. Baş dixuye ku her yek ji wan di bin tesîra cîhana ronak de mane û gihayê hewşa wan li ser kakilê pêşverû hêşîn bûye. Îro ew giha ji me re maye, xelateke ji kelepûra çanda kurdî ye.
Bi wan re hesreta welat wekî agirekî tepisandî ye
Hevpariya wan welatperwerî, kurdhezî û baweriya wê ye. Hesreta welat bi her yekî re wekî agirekî tepisandî ye. Ev agirê dilê xwe heta ji wan hatiye li pênûsa xwe bar kirine û xema gihandina nifşên nû kişandine, bi wê riyê jî îro gihandine destê me. Lê ew tev ne wekî diranê şekî ne. Di fikir û ramanê de her yek azad tevgeriyaye. Hinek ji wan çepgir bûne, hinek jî lîberal û arîstokrat. Bi fikrên xwe pênûsên xwe xurt kirine. Bi riya wêjeke ew qas xweşik anîne ziman ku dema em wan rûpelan vedikin, hê germ e, şewqa wan ber bi rûyên me dibiriqe, roniyê dide. Ji bilî cîhana fikir, raman û dîtinên xwe, hest û kelecanên xwe jî dane der.
Ev hevok ji pênûsa Kamîran Bedirxan di sala 1935’an de ketine ser kaxizên Hawarê û ji kaniyeke şerbetîn herikîne, ji wê kaniyê tenê qurteke avê ne ku hê em neketine nav çemê wî.
“Koçera min, rabe û min bi maça xwe maç bike.
Dilê min, serxweşiya maça te mestiya bêhna te dixwaze. Berde, bila zenda min bibe kemberbestiya navtenga te. Dev û lêva te, kaniya ramûsanê ye; bihêle bila beriya dilê min, bi ava wê kaniyê dîn û bêhiş bikeve!
Ho koçera min!..”
Bala xwe bidinê ziman çiqas dilzîz û helbestane ye. Nivîsa li ser Şex Seîd nivîsiye ji vê helbestanetir e. Raman xurt e, hest xurt in. Bûne sedem ku hest û raman xurt bêne honandin, ji lana xwe bifûrin, wekî gulên qehrê li ser gora wî vebin. Gelo yê ku bi vê bikaranînê, zimanê kurdî hez neke heye, gelo yê ku nexwaze di nav vê hewşa hêşîn û biber de hêlîneke wêjeyî çêke heye? Gelo yê ku nexwaze di vî çemî de, bi vî zimanê şîrîn û ava zemzemîn beden û rihê bişo heye?
Nuredîn Zaza çîroknûsekî hêja û nûjen e
Em kurd bê siûd in. Me tenê wêje û zimanê biyaniyan nas kir û bi wê ruhiyet girt. Em bi wêjeya xwe nebûn haydar. Wexta ku me ji zimanê biyaniyan hevokên xweş xwendin, em bûn heyran. Lê ev ziman hebû û bi sedî sed yê mebû. Ji yê biyanî ne kêmtir, heta çêtir bû. Kî dikare bêje ev hevok çêkirî ne, rih pê re nîn e? Ev ziman di beden, hiş û rihê xwe yê kurdî de ye. Ev ziman ew qas xwezayî, sade û zindî ye ku tu car bêhna qelpî û sextetiyê jê nayê.
Em ketine nav me dît, Nuredîn Zaza çîroknûsekî hêja û nûjen e. Piraniya çîrokên wî ne serpêhatî ne. Xwe bi xwe afirandiye. Teknîka çîrokê, bikaranîna zimên, mijarên wî ne amator in. Çîroknûsekî zana ye, jê haydar e. Du çîrokên wî hene. Navên nivîskarên biyanî, di bin sernav de derbas dibe. Mirov dikeve şikê; gelo werger in, an ên wî bi xwe ne. Weşanxaneyê diyar nekiriye. Çîroka bi navê ‘Hevîna Perîxanê’ tu dibê di pêş de çalakiya Zîlanê sêwirandiye û Perîxana N. Zaza di roja îro de bûye Zîlan. Bi min çîroka lehenga Perîxan pir watedar bûye.
Ez xwe ji nivîsandina van hevokên xweşik ên N. Zaza yên ji çîroka bi navê ‘Stêrk’ hatine girtin ranagirim. Ev in:
“Heta derketina rojê Mijangê ez sermest hiştim. Piştre rabû û bi derketina rojê wekî gulekê vebû û keniya. Li goman berx dikalîn, li ser zinarên bilind kewan dixwendin, li ser xunava giyayên kesk û teze tîrêjên rojeke sor diçirîsîn û ji fikra ku ez ê bextiyariya xwe winda bikim, dilê min ê reben û bi nalînên kûr û bi keser li wan, li pez û kew û çiyan vedigeriya.”
Surprîzên Îbrahîm Ehmed
Bavê Nazê bi bikaranîna zimanê kurdî derdikeve pêş. Ziman wisa xurt bi kar tîne ku tu wetrê kaniyeke tê dizê. Zimanê wî afirîner e. Mirov dikeve nav çîrokên wî yekser di bin tesîra wî de dimîne. Ew çi dike, çawa dike hevokên xwe nû dike û afirîneriya xwe dewam dike. Her wiha Qedrî Can bi hestên xwe yên jidil bayekî hesreta welat û zaroktiya xwe ber bi me diweşîne. Em ji pênûsa wî hesret û kesera dilê sirgûnên wê demê yên ji axa xwe dûr ketine dihesin.
Haya me çêdibe ku di sala 1956’an de Îbrahîm Ehmed romana bi zaravayê soranî nivîsiye. Teknîka romanê ne ji yên nûjen kêmtir e. Bûyeran vedişêre û dawiya dawî bi surprîzê xwendevan dixapîne, diheyirîne. Heta wê demê xwendevan berpêbûn û dawîbûna romanê wê çawa bibe texmîn nake. Bi terzekî serkeftî honandiye û hatiye, gihîştiye destê me.
Bi rastî ez dixwazm gelek tiştan lêzêde bikim. Lê rastiyek heye nivîs dirêj dibe, dibe ku serê xwendevan biêşîne. Bela ku mebesta nivîsê hatiye pê, ez beşa nirxandinê diqedînim.
Ji ber vê xizmeta Weşanxaneya Lîsê ez spasiyeke jidil ji wan re dişînim, ew ên ku di her qadan de keda wan lê bûye. Bi hêviya weşandina berhemên hê xutir û baştir. Dîsa bi hêviya weşanxaneyên din jî xwe bidin bin barê wiha hêja û sûdewertir.
Çend kêmasiyên xebatê: Devoka Amedê lê kirine
Ligel kêrhatîbûna vê xebatê, ez li rastî çend çewtiyên beloq jî bûm. Redaksiyona pirtûkan baş nehatiye kirin. Li ser navê redaksiyonê mudaxele li nivîskaran hatiye kirin. Zimanê nivîskaran hatiye xirakirin. Çend pirtûk hene zelal kifş dibe ku devoka Amedê lê qelibandine. Ev gumaneke xurt e. Bi min hevokên nivîskar çûne, yên redaktor lê hatine bicihkirin. Mirov dibêje ev ziman ne mimkûn e, bibe yê nivîskar. Heke zimanê nivîskar be, divê kesê redekte dike rast bike. Heke nehatibe kirin karê redaksiyonê çi ye? Dîsa mudaxele li Ereb Şemo, her çend ku di nav pirtûkên Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî de nebe jî li Heciyê Cindî kirine. Mebest ew e ku kesên bi nav û deng in, pirtûkên wan bi tehma wan dayê ve bên xwendin. Ku mudaxele dibe, wekî çivîkeke potkirî dirûçikînî, difirînî. Êdî ew nabe çivîka berê, ew çivîka te ye, te kedî kiriye, tehma berê jê nemaye.
Zimanê Mehmûdê Bayîzîd bûye yê Dihokê
Berhema Mehmûdê Bazîdî, bi devoka Behdînanê hatiye veguhestin. Mirov dibêje ne guhestin e, werger e. Mehmûdê Bazîdî tu dibêjî ji Dihokê, yan jî ji Zaxoyê ye. Heke yê veguhestî wisa kiribe, divê di redaksiyonê de bihata rastkirin. Em tehmê ji devê Bazîdî nagirin, ji devê veguhestî digirin. Divê kesên ji dîrokê tên zanîn û terz û qaîdeyên wan hene, neyên guhirandin. Bi min divê kes nikaribe ew qas bê berpirsiyarî tevbigere. Destlêgerandineke wiha ne rast e.
Berevajî vê yekê romana Rehmî Qazî û Îbrahîm Ehmed jî ji soranî hatiye veguhestin. Li wan jî devoka Amedê ya nerast hatiye ferzkirin. Bi feraseteke şaş dest avêtine du mînakên berevajî hev.
Di dawiyê de dixwazim lê zêde bikim; di pêşgotinan de pesndayîneke pirole (mubelexe) heye. Nivîskar ew qas berz kirine ku lingên wan ji erdê qetandine. Rast e, her yek hêjayî pesindayînê ye. Lê gelo ew qas pirole hewce dike, mirov ji xwe dipirse.
***
Nivîsên Yaşar Eroglu yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin şaşiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî