Cih paytexta Litvanya Vilnus. Sereklîstikvan Şaredarê Vilnusê Arturas Zuokas. Û encam: Kes nikare mafê kesî bixwe.
Em ji serî de bibêjin: Li Vilnusê kesek erebeya xwe li cihê ku ji bo parka erebeyan qedexe ye park dike. (Ew der jî cihê ajotina bisqilêtan e) Şaredar Arturas Zuokas li ser vê hêrs dibe û siwarê tangekê dibe, tangê bi ser erebeyê re diajo û encam wekî hûn dibînin.
Piştî vê şaredar diçe destê xwediyê erebeyê jî û haya wî jî pê dixe ku çima wisa kiriye.
Bi vî awayî cezaya ku divê, dide xwedî erebeyê.
Herî dawî jî şaredar mutevazîbûna xwe nîşan dide: Camên şikestî yên erebeyê ew bi xwe paqij dike û siwarê bisqilêtê xwe dibe, diçe.
Ev dîmen li dinyayê deng da. Televîzyonan navdar ên dinyayê kir nûçe. Bi vê yekê hem Şaredarê Vilnusê Zuokas bû navdar, hem nîşan da ku kes nikare mafê kesî bin pê dike, hem jî hem hêza xwe, hem jî mutevazîbûna xwe nîşan da.
Me jî ev dîmen wekî Klîba Hefteyê hilbijart û em pêşkêşî we dikin.
Fermo:


