Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo serdema 2020-2021'ê perwerdehiyê dest pê kir. Li gor agahiyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 822 hezar xwendekaran dest bi dersê kirin. 38 hezar mamoste di 4092 dibistanan de dê dersê bidin.
Li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarok, bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro (27'ê mehê) dibistan hatin vekirin.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 92 dibistanên seretayî, navîn û amadehî hene.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya bi Desteya Tenduristiyê re tedbîrên parastina xwendekaran koronayê girtin, her wiha dê xwendekaran maskan bi kar bînin û pabendî dûrxistina civakî bin.
Li Rojava perwerdehî bi kurdî ye û li herêmên din li gor zimanê şêniyên wir diguhere.
ANHA