Diyarname
Pirtûka helbestvan Ferhad Merdê bi navê "Kesera Azadiyê" li Rojava derket. Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê ji bo danasîn û îmzekirina pirtûka helbestvan Merdê çalakiyeke organize kir.
Çalakî li Parka Xwendinê ya li Hesekê li dar ket. Endamê Desteya Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Mihemed Beşîr axivî û xêrhatin li mêvanan kir. Beşîr ji ber pirtûka wî helbest Ferhad Merdê pîroz kir.
Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Ferhad Merdê û hin mêvanan helbest xwendin û düre Merdê pirtûka xwe ji bo mêvanan îmze kir.