Dindar Karataş / ERZEROM / MA
Li navçeya Yakûtliye ya girêdayî navenda Erzeromê ku nîva nifûsa wê kurd in, şaredariya AKP’ê afîşên bi 9 zimanî ku li ser “Ji kerema xwe re rûpoşên xwe bin ber rûyê xwe” bi tevahiya billboardên îlanê yên bajêr ve kirin. Lê şaredariyê nifûsa kurd li ber çavan negirt û cih neda zimanê kurdî. Ligel ku li navçeyê qet ereb, îngilîz, rus, gurcî, azerî tune ne jî, şeredariyê ev ziman di afîşên daliqandî de nivîsandin lê bi kurdî nenivîsandin. Şaredarî bi vê awayî hebûna nifûsa kurda ya li navçeyê tune hesiband.
Yek ji nivîskarên rojnameya Xwebûnê Abdurrahman Sever ku li Erzeromê dijî, bertek nîşan da û got: “Nîvê nifûsa naçeyê kurd in. Ev cudakariya li bajêr tê kirin, encama polîtîkaya înkarê ya bi salan e li ser gelê kurd tê meşandin e. Ev dewama van polîtîkayan e."
KURDAN ÎNKAR DIKIN
Sever, diyar kir ku bi destê dewletê polîtîkayên tune hesibandina gelê kurd di her qadê de dewam dikin û wiha dom kir: “Li vî welatî, ji dîrokê heya roja îro li dijî kurdan hişmendiya înkar û cihêkarî dewam dike. Di zindana Amedê de ku veguherandibûn îşkencexaneyê, ji girtiyan re digotin ‘Bi tirkî biaxivin, pir biaxin.’ Ev hişmendî îro jî dewam dike.”
ÊRÎŞÎ ZIMANÊ KURDÎ DIKIN
Sever, bibîr xist ku desthilatdariya AKP’ê ji hilbijartinê heya hilbijartinê, ji bo ku ji kurdan dengan bigire, stranên kurdî dide guhdar kirin û bi kurdî silav dide. Seven, dest nîşan kir ku êrîşî zimanê kurdî dikin û wiha bertek nîşan da: “Ziman hebûna gelekî ye. Di afîşande cih didin 9 zimanan, lê cih nadin zimanê kurdî. Ev êrîşa herî mezin a li dijî gelê kurdî ye. Bi vê êrîşî kurdan dikin. Divê gel xwedî zimanê xwe derbikeve. Tekane rêya vê jî avakirina yekîtiya kurdan e. Ger em yekbûna, wê bi vî awayî nekaribûna bi rehetî êrîşî me bikirana.”


