Diyarname
Wezareta Parastinê ya Iraqê li ser bikaranîna balafirên bê mirov perwerdehiyê dide hin kadroyên xwe. Piştî ev perwerdehî temam bibe dê van balafiran bikire. Li gor agahiya ku hatiye belavkirin Iraq ji Çînê dê balafirên bê mirov ên bi modela ‘CH-5’ bikire.
Malpera El Dîfa El Erebî ku agahiyên xwe dispêre çend çavkaniyên ji mijarê agahdar û ev agahî belav kiriye.
Balafira bêmirov yên CH-5 yên Çînê ji bo keşîf û êrişkirinê tên bikaranîn. Balafira bêmirov ya CH-5 bi sîstema kontrola li erdê tên bikaranîn û mûşekên pêşkeftî lêbarkirîne. CH-5 dikare bi dûriya 6 hezar 500 metre bifire.
Ev balafira bêmirov ya CH-5 xwediyê sîstema mûşekên AR-1 û AR-2 ya ya li dijî wezayîtên zirxî ye û ji bilî wê bombeyen FT-7 yên bi aqil û lazerî li vê cûrê balafira bêmirov tên barkirin.