Cemil Oguz
Kemanjenê navdar ê kurd Dilşad Seîd ji bo konseran yekem car tê Amed, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr û Enqereyê. Ew dê bi kemanê xwe temaşevanan mest bike.
Di nav kurdan, di warê kemanê de Dilşad Seîd kemanjenê herî navdar e. Ew vîrtuozekî gelek serketî ye. Wî heta niha ji bo gelek albuman aranjorî kiriye, li gelek cihan konser daye, heta niha hin album derxistine lê ew yekem car e tê Tirkiyeyê û bajarên kurdan û di vê tûrneya xwe de dê çend konseran pêşkêşî hezkiriyên xwe bike.
Konserên bi navê "Dilşad Seîd & Sinfonetta Classica Linz" ji aliyê Ege Kultur Sanatê ku navenda wê li Îzmîrê ye ve tê organîzekirin.
Dilşad Seîd muzîka kurdî bi awayekî modern, bi lêdana xwe ya kemanê ji nû ve şirove dike û pêşkêş dike. Ew ji muzîka rojava û rojhilat harmoniyeke saz dike. Bi kemanê guhdaran ji dinyaya xwe digire dibe dinyayeke din. Û niha ew dê li Stenbol, Amed, Îzmîr, Mêrsîn û Enqereyê tevî Sinfonetta Classica Linz ku ji 32 kesan pêk tê derkeve ser dikê.
Hunermend Dilşad Seîd ku di sala 1958'an de li Dihokê ji dayik bûye, perwerdehiya xwe ya destpêkê li Dihokê dîtiye û dûre di sala 1977'an de dîplomaya xwe ya muzîkê ji Enstîtuya Bexdayê girtiye. Seîd, di sala 1980'ê de Orkestraya Dihokê ava kiriye û di vê orkestrayê de muzîka kurdî û ya rojava gihandiye hev. Wî di navbera salên 1980-83'yan de di Orkestra Bexdayê de konduktorî û asîstarî kiriye, di Orkestraya Senfonî de wekî kemanjenê yekemîn cih girtiye.
Di navbera salên 1985-88'an de li Koleja Zanîngeha Wallesê solîstî kiriye û di vê demê de doktoraya xwe li "Bachelor Master Of Art"ê temam kiriye. Dîplomaya xwe li ser solo viyolin li Londonê ji Amademiya Muzîkê Royalê girtiye.
Hunermend Dilşad Seîd ku di Şerê Kendavê yê sala 1991'ê de ji welat veqetiya û koçî Avusturyayê kir. Ew hê jî li bajarê Lînz ê Avusturyayê dijî û karê xwe yê muzîkê li wê derê didomîne.
Ew dibêje ku bingeha muzîka xwe ji du çavkaniyan saz dike. Ji van yek muzîka gelêrî ya rojhilat û ya din jî muzîka klasîk a rojava.
Dilşad Seîd li ser navê kurdî û li ser navê muzîka kurdî hem li nav kurdan, hem li raya muzîkê ya dinyayê xwedî ciheke taybet e û asta muzîka kurdî jî, asta muzîka xwe jî derxistiye qatek bilind ku li wê qatê tenê muzîkên serketî yên dinyayê hene. Wî, ne dest ji newayên kurdî yên gelêrî berdaye, ne jî di nav muzîka klasîk a rojava de winda bûye. Bi qasî ku li ser tez bêne çêkirin wî muzîkek serketî ya li ser van her du cureyan amade kiriye. Di serî de kemanjenê navdar ê kurd Zahîd Brîfkanî, gelek hunermend li ber destê Dilşad Seîd hînê muzîkê bûne.
Hunermend Dilşad Seîd hin albumên Şivan Perwer (Ya Star, Hêviya Te û hwd) jî têde di gelek albuman de aranjorî kiriye. Albuma wî ya bi navê "Kurdish Melodies" (Awazên Kurdî) li Tirkiyeyê jî
(ji Ses Plakê) hatiye çapkirin. Di vê albuma xwe de newayên kurdî bi şiklek modern vesazkiriye û bi forma muzîka klasîk a rojava pêşkêş kiriye. Ev hunermendê navneteweyî niha dibe mêvanê Tirkiyeyê.
Konserên Seîd di navbera 27'ê gulanê û 3'yê pûşperê de dê lidar bikevin ku Senfoniya Klasîk a Lînzê jî dê pêre şirîkatî bike.
Di konseran de dê newayên amurên wekî balaban, tembûr û bilûr ên rojhilat û dîsa bas gîtar, perkusyon û keman ên rojhilat bilind bibe.
Konsera pêşî roja 27'ê gulanê li TÎM'ê (Tim Maslak Center) a li Stenbolê, dûre bi rêzê; 28'ê gulanê li Amedê li Navenda Kongre ya Zanîngeha Dîcleyê, 30'ê gulanê li Navenda Kongre ya Ataturk a Mêrsînê, 31'ê gulanê li Şanoya Servekirî ya Fûara Îzmîrê konsera xwe pêşkêş bike. Dilşad Seîd herî dawî di 2'yê pûşperê de wê li Enqereyê, li Navenda Kongre ya Nazim Hîkmet a li Yenimahalleyê derkeve pêşkêşî hunerhezan. Hemû konser saet 21.00'an de li dar dikevin.
Hunermend Seîd ragihandiye ku ji bo hatina konserên vê derê gelek bi heyecan e û ji bo van konseran gelek surprîz amade kirine.
Kesên bixwazin dikarin ji ser www.mybilet.com re ji niha de bilêtan bi dest bixin.
Buhaya bilêtan li Stenbolê di navbera 40-90 TL, li Enqereyê 30-60 TL, li Amedê 30-70 TL, li Mêrsînê jî bi 50-70 TL'yî têne firotin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.