Diyarname
YSK'ê mebûsiya Hatip Dicle betal kir. Parêzerên BDP'ê ji bo betalkirinê dê serî li YSK'ê bidin.
Meseleya mebûsiya Hatip Dicle bû girêk. Lijneya Hilbijartinê ya Amedê çend roj berê mazbataya Dîcle dabû kê û mebûsiya wî qebûl kiribû. YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) xwest îfadeya Dîcle bigire û îro îfadeya wî girt. YSK'ê ji êvarê de li ser meseleya Dicle nîqaş dikir û saet li dor 23'yan biryara xwe da. YSK'ê mebûsiya Dicle betal kir.
Parêzerên Dicle piştî biryar ragihandin ku ji bo ji nû ve nirxandina biryarê dê serî li YSK'ê bidin û îtîraz bikin.
Hatip Dicle li Amedê bi 78 hezar dengî hatibû hilbijartin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Hatip Dicle ji YSK'ê dem xwest
- Hatip Dicle anîn Lijneya Hilbijartina Amedê
- Hatip Dicle dê bikaribe bibe mebûs