Dilawer Zeraq
Gername yek ji cureya wêjeyê ye ku min heta niha qet ev cure nivîs neceribandiye.
Lê belê min dil heye, di vê nivîsarê de, bi beşeke kurtegernameyeke ku ji bo min ji qalkirinê zêdetir tê wateya hînbûn û hayjêbûna careke din jî, bala we bibim ser hin tiştan.
Çendê wî alî ez li welat û bajarê ku ew lê dijî bûm mêvanê Helîm Yûsiv û me bi hev re çar rojên pir xweş û kêfxweş derbas kirin.
H. Yûsiv ew nivîskar e ku heta niha bi ber bayê kesekî neketiye, bi tenê daye ser şopa rastiyên xwe, ji bo tu tiştekî û tu kesekî xwe ji rastiyên xwe nedaye alî, xwe bi tu kesekî û tiştekî ve bernedaye û tawîz nedaye, gava pêwist bûye dasa rexneyê girtiye û bêyî ku li çibûn û kîbûna kes û derdoran binihêre, tûjahiya serê pênûsa xwe daye hisandin. Û H. Yûsiv ew kes e ku pir bi jîrane dikare ji rewşê fêm bike, wê binirxîne û pê re jî bi mizewiriyeke jîrtirane navekî li rewşê bike.
Min divê ez vê jî bêjim ku, her çi qas welat û bajarê ku H. Yûsiv lê dijî bi qanûn û zagonan hatibe avakirin jî, ez di nav wan çar rojan de rastî tu zêrevan û parêzgerekî/e qanûnê nehatim. Jiyan li wir bi qayde û rêzikên ku li ser hurmet û rêzgirtina heq û mafên kes û mirovan hatiye danîn, didomiya. Yanî, tu kesî dora kesê din nedistand, tu kesî der û riyên ku kesên din jî dimeşiyan qirêj nedikir, tu kesî dengê ku dê mirovên din aciz bike dernedixist, her wiha erd û kolan jî bi raxistina kevirên cure cure bi xweşikî hatibûn pan û rastkirin û dilopek ji barana ku dibariya jî di nav çal û kortan de kom nedibû. Û ji bilî xanî, avahî û rê û kolanên ji bo mirovan pêwist, tu
derek bêdar û ber tunebû. Bi kurtasî
lê pergaleke rûniştandî û jiyaneke rehet û bêpirsgirêk hebû.
Giammaria Ortes dibêje, ‘Acizî, bêhntengî, diltengî û nekamranî ji ber domkirina her tim a rehetî û biserûberî û zewqê jî pêk tê.’*
Roja duduyan, piştî ku em ji serdana mala ku F. Engels lê ji dayik bûye û jiyaye vegeriyan, ji bo ku em karibin li cihekî rûnin û bi vexwarina qehweyê sohbeta xwe geş bikin, me cih û parkek diviya ku em erebeyê lê deynin. Ji ber ku hemû parkên erebeyan bi pere û bi saetan bûn û pê re jî me nizanibû ka em ê çend saetên xwe li derve derbas bikin, peydekirina parkekê gelek zehmet bû. Di wê kêliya ku min bi fikirina bideng got; ‘zehmet e ku em cihê parkê peyde bikin’, Helîm got: ‘em ê erebe deynin Parka Amûdê…” Ez bi vê gotina wî heyirîm û tevî heyirîna xwe keniyam jî. Min got, ‘Helîm, îcar Parka Amûdê ji ku derket, ev der li ku Amûd li ku?’ Wî bi bişirîneke jîrane û xasûkane û bi gotineke binxetî got, ‘tu yê niha nas bikî û bibînî…’
Belê piştî zivirîna çend zivronekan min Parka Amûdê dît. Cihekî ku di nav avahiyan de asê maye, bi qasî ku ancax pazdeh bîst erebe lê bi cih bibin fireh û; ji hemû aliyan ve dişibe dîmeneke ji welatê me; her der ji qirêjê diçe: kaxiz û poşet û qirşikên daran li erdê belav bûne, erd bi herî û çamûr e, barana bariyayî di nav çal û kortan de kom bûye û pelên daran ên ku ji ber barana bişid weşiyane jî vê dîmena ku li me ne xerîb e dixemilînin.
Wê hingê ez tê gihîştim ku gava mirov bi hayjêbûnî li warê xwe girêdayî be û bi heman hayjêbûnî karibe xwe li jiyana warên dîtir bîne, mirov dikare bêyî ku taybetiyên xwe yên esasî winda bike, hemû sedemên baş û nebaş ên jiyana xwe bi nav bike û ji vê yekê ji xwe re guherîn û pêşketineke xurt çêbike.
Helîm jî wisa kiribû.
Û wê rojê ji bo me parka herî baş a li Wuppertalê, Parka Amûdê bû.
* ‘Çima divê klasîk bên xwendin, Îtalo Calvino, Weşanên YKY, 2007, Stenbol.
dzeraq@gmail.com
Ev nivîs ji Azadiya Welat hatiye girtin


