KOBANÎ
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.
22'yê gulanê embarên Rovî û Çelebiyê yên kantona Kobanî ya herêma Firatê hatin vekirin û di 23'yê gulanê de dest bi wergirtina genim kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê gulanê de buhayên kirîna genim û ceh ji cotkaran, diyar kirin. Li gorî biryarê toneke genim bi 430 dolarî ye û ceh bi 350 dolarî ye.
Li herêma Firatê 4 embar; Rovî, Çelebiyê, Kalta û Sirîn hene. Embara Sirînê ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de xisar ditîbû, piştî 9 salan careke din ket xizmetê.
Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê ji sala 2019'an ve tevahiya embarên kantona Girê Spî (Mişêrfê, Eyn Îsa û Qizelî) ji xizmetê derketin. Ji ber vê yekê cotkarên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê berhemên xwe dibin embarên li Reqa û Kobanî.