Diyarname
Agir bi studyoyên 'Universal' ku gelek fîlmên Hollywoodê li wê derê têne kişandin ket û zerarek mezin derket.
Şewata li studyoyê îro li dor saet 14.45'an a Tirkiyeyê pêk hat. Hê nayê zanîn ku çima agir bi studyoyê ketiye, lê di encama agir de gelek plato û dekorên studyoyê bûn xwelî. 400 agirkuj xebitîn û bi zor agir temirandin.
Şewata ku carinan pêtên (alavên) wê bi qasî 30 metreyî bilind dibûn de 3 agirkuj jî bi sivikî birîndar bûn.
Studyoya Universal di sala 1915'an de hatibû sazkirin û li ser 100 hezar qadî bû. Tê gotin ku bi mîlyonan dolarî zerar derketiye holê.
Di sala 1990'î de jî hinan agir bi studyoyê xistibû û li dor 50 mîlyon dolarî zerar derketibû.
Foto:Matt Sayles / AP (Ji msnbc hatiye girtin)