Diyarname
Nûbihar Akademî ku ev 3 sal in weşana xwe dike niha hejmara xwe ya 5'an derxist. Wekî nav li ser e kovar tenê nivîsên akademîk diweşîne û kovarê di vê hejmarê de çar gotar, wergerek û dokumentek pêşkêşî akademîsyen û lêkolînerên kurdolojiyê kirine.
Ji gotaran yek jê bi îngilîzî, sê bi kurdiya kurmancî; werger bi kurdiya kurmancî, dokument jî bi îngilîzî hatine weşandin. Gotarên vê jimarê bi rêzê di warên perwerde, edebiyata klasîk, felsefeya Îslamî/Tesewufî û ziman de ne. Werger di warê bawerî, dokument jî di warê edebiyata klasîk de ye.
'Pergala Perwerdeya Tirkî'
Nurettin Beltekin, di gotara xwe de ku sernavê “Education and Identity: Rebuilding of the Kurdish Identity within and in Spite of Turkish Education System” e, di çarçoveya tecrubeya perwerdeyî ya 30 siyasetmedarên kurd de û bi rêbaza hevdîtinan, helwestên wan li hember “nasnameya fermî” ya ku di dibistanan de ji aliyê “Pergela Perwerdeya Tirkî” ve hatiye avakirin vedikole û lê digere ka wan xwendekaran pêvajoya dibistanan a avakirina nasnameyeke tirkî ya Rojavayî çawa wergerandine ser pêvajoya avakirina nasnameyeke kurdî.
Ehmedê Xanî û Şewqiyê Xanî
Abdurrahman Adak, gotara xwe ya bi sernavê “Şewqiyê Xanî li Pey Şopa Ehmedê Xanî: Berawirdkirinek li Ser Mulemmayên Wan ên Çarzimanî”, ji bo berawirdkirina mulemmayên helbestvanê navdar Ehmedê Xanî û helbestvanekî bi navê Şewqiyê Xanî ku heta niha nenas maye terxan kiriye. Adak, di gotarê de gihîştiye wê encamê ku digel orjînalîteyên wê, mulemmaya Şewqiyê Xanî li pey şopa mulemmaya Ehmedê Xanî û di bin bandora wî de wekî “nezîre”yekê hatiye nivîsin. Ji vê jî derdikeve holê ku Ehmedê Xanî ne di warên mesnewiyên evînî, ferheng û eqîdenameyên menzûm tenê de, wî her wiha di warê helbestên serbixwe û şêweyên edebî yên wek mulemmayê de jî li pey xwe hin şop hiştine.
'Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Seyîd Qedrî Haşimî'
Nesim Doru, di gotara xwe de ku sernavê wê “Berawerdkirina Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Seyîd Qedrî Haşimî ji Aliyê Hizra Tesewufê ve” ye, ji aliyê mijarên felsefeya Îslamê/tesewufê yên wekî hebûn, însan û evînê ve di navbera hizrên Melayê Cizîrî ku di edebiyata kurdî de wekî nûnerê herî girîng ê felsefeya Îslamê/tesewufê tê qebûlkirin û Seyîd Qedrî Haşimî ku endamekî Neqşebendîtiya Xalidî yê sedsala XXem e berawirdiyekê dike. Doru di gotara xwe de gihîştiye wê encamê ku her çiqas di navbera hizrên Seyîd Qedrî û Melayê Cizîrî de bi piranî hevbeşî hene jî, Seyîd Qedrî di hin hizrên xwe de di bin bandora dustûrên Neqşebendîtiya Xalidî de maye û ji hizrên Mela yên felsefî dûr ketiye.
'Demên îngilîzî û kurdî'
Nesim Sonmez û Resul Geyik, di gotara xwe ya bi sernavê “Xebata Berawirdkirin û Dijberhevkirina Demên Îngilîzî û Kurmancî” de digel rêbaza berawirdkirinê bi rêbaza dijberawirdkirinê ku bi taybetî di xebatên zimannasiyê de tê tercîhkirin, li ser demên îngilîzî û kurmancî xebatek kirine. Sonmez û Geyik, di encamê de di çarçoveya lêkera bûnê, hevoksaziya îngilîzî, ergatîvî û bikaranînên demen borî, demên niha û demên bê de aliyên hevpar û cuda yên her du zimanan destnîşan kirine.
Di beşa “Wergerek”ê ya vê jimara Nûbihar Akademîyê de nivîseke Shahab Vali ya bi sernavê “Bibliographie Sélevtive de L’Islam Kurde” cih digire. Nivîs di sala 1998'an de li Parisê di Kovara Islam des Kurdes, les Annales de l’autre Islam de bi zimanê frensî hatiye weşandin û ji aliyê Sevda Orak Reşitoglu ve bi sernavê “Nasandina Giştî ya Edebiyata Dînî ya Kurdên Yarsanî” bi bal kurdiya kurmancî ve hatiye wergerandin.
Di beşa “Dokumentek”ê ya vê jimarê de jî Mustafa Dehqan bi sernavê “A Guranî Mawlid” mewlûdeke Goranî ya destxet ku ji zimanê erebî hatiye wergerandin dide nasandin. Destxeta Mewlûdê di sala 1900'î de bi xetê Hebîbullah b. Mîrza Fethullah hatiye nivîsîn û niha li Îranê li pirtûkxaneya Gulpeyganî ya bajarê Qumê tê parastin.


