D nav, Ahmet Altan û Yavuz Semerci di nivîsên xwe de eşkere kirin ku dê çima dengên xwe nedin AKP'ê.
Ahmet Altan avakar û Gerînendeyê Weşanê yê Tarafê ye ku Taraf wekî alîkarê cemaetê û wekî parçeyeke ji çapemeniya cemaetê tê dîtin. Ahmet Altan ne endamekî û alîgirekî cemaetê be jî weşana Tarafê wisa tê dîtin.
Yavuz Semercî Serokê Lijneya Weşanê ya Sem Yayincilik (Gazeteport) e.
Van her du kesan rengê dengê xwe diyar kirin.
Vane ji wan nivîsan kurteyek ku vî dengî eşkere dike:
Ezê çima dengê xwe nedim AKP'ê?
Yavuz Semerci (Gazeteport):
Erdogan bêyî bibêje dê çi biguherîne, dibêje "Ez 367'ê bibînim, rayeya min girtiye ji min re bes e, her tiştê ez bixwazim ezê biguherînim. Ezê çi biguherînim hûn3e wê çaxê bibînin." Ma ev tiştek normal e?
Feraseta ku ji gel dipirse "Bila gel Serokomarî biguherîne" yan na, guherîna Zagona Bingehîn dime referandûmê, ev guherînnê mezin ku niha difikire eşke radigihîne ku dê ji gel nepirse. Ev yek ji bo min ne normal e.
Bi gotineke din, partiyeke ku ez nizanim dê di Zagona Bingehîn de çi biguherîne (bigihîje hejmara divê jî), bi ser de jî ji bo guhartina Zagona Bingehîn xwe aciz nake ku ji min bipirse, ji bo 367'an bi dest bixe ez deng nadim partiyeke wisa.
07.05.2011
**
Ezê dengê xwe nedim AKP'ê ji ber ku...
Ahmet Altan (Taraf):
Berevajî gelek nivîskar û xebatkarên rojnameya me ezê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedim AKP'ê.
(...)
Erdogan jî, AKP'ê jî li vî welatî gelek tiştên xweş kirin lê piştî referandûmê ku sedî 58 girtin gelek guherîn, bi ya min zêde bûn neteweperest, zêde otorîter, hindik bûn demokrat.