Diyarname
Piştî 460 rojan Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş derxistin pêşberî dadgeh. Demîrtaş di danişînên ku sê rojan dom kir de parastineke xurt kir. Li gor nûçeya Huseyîn Şîmşek ku di Bîrgunê de hat weşandin ev parêzname dê bibe pirtûk. Nûçe radigihîne ku Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan gotiye ku ev parêznameya ku di 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran de hatiye pêşkêşkirin dê wekî pirtûk çap bikin û li gel belav bikin. Buldan wisa gotiye: "Demîrtaş sê rojan nîşan daye ku demokrasî, azadî, têkoşîna ji bo mafan tê çi wateyê. Divê her kes vê bixwîne."


