Diyarname
Îro Roja Azadiya Çapemeniyê ye. Freedom House (Mala Azadiyan) ku li ser mafên mirovan û azadiyan xebatê dike û navenda wê li DYA'yê ye diyar kir ku li Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de paşketinên ber bi çav hene.
Li gor rapora ku wan bi sernavê "Azadiya Çapemeniyê 2011: Lêkolînan Serbixwebûna Çapameniya Global" weşan de di warê azadiya çapameniyê de lîstiyeke amade kir. Ji 0 (ya herî baş) û heta 100'î (ya herî xirab) rêzek çêkir. Li ser 196 welatan nirxandin hate kirin û Tirkiyeyê bi 54 pûanan di rêza 112'yan de cih girt.
Di warê çapemeniyê de Tirkiye li beşa Ewropayê hate kirin û di nav welatên Ewropayê de Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de di rêza herî dawî de cih girt.
Rapora Freedom House ragihand ku li hin welatên mîna Tirkiye, Misir, Honduras, Macaristan, Meksîka, Koreya Başûr, Tayland û Ukraynayê bi paşketinên ber bi çav hene.
Hate gotin ku li Tirkiyeyê zordariya hiqûqî kiriye ku rojnameger, edîtor û xwediyên medyayê otosansurê pêk bînin.
Di warê azadiya çapemeniyê de welatên ku li wan deran azadiya çapeminiyê heye Finlandiya bûye yekemîn û dûre ev welat tên: Norwec, Swêd, Belçîka, Îzlanda, Luksemburg, Andorra, Danîmarka, Swîsre û Liechtenstein.
Di nav deh welatên dawî ku li wê derê azadiya çapemeniyê gelek xirab e de jî ev welat hene (bi rêzê): Koreya Bakur, Tirkmenistan, Ozbekistan, Libya, Eritre, Burma, Kuba, Îran û Gîneya Ekvador.
Wekî agahî:
Û notek li ser Tirkiyeyê: Di serî de xebatkarên DÎHA û Azadiya Welat li Tirkiyeyê 67 rojnameger girtî ne. Li hemberî bi sedan rojnamegeran jî doz hatiye vekirinb.