Diyarname
Çîroknivîskar Sîdar Jîr li Kurdî-Dera Batmanê beşdarî sohbeteke wêjeyî bû û got ku siberoja kurdî bi giranî bi pexşanûsiyê ve girêdayî ye.
Nivîskar Sîdar Jîr roja 09’ê vê mêvanê li Kurdî-Dera Batmanê bû. Di bernameya taybet a li şaxa Kurdî-Dera Batmanê de Sîdar Jîr bi şagirtên ku Kurdî-Derê dersê digirin re sohbeteke wêjeyî kir. Jîr bi giranî jî li ser çîroka kurdî rawestiya. Di sohbeta xwe de Jîr got ku siberoja kurdî bi giranî bi pexşanûsiyê ve girêdayî ye. Her wisa Sîdar Jîr, bi awayekî kurt ji beşdaran re qala dîrok û serboriya çîroka kurdî kir.
Jîr derbarê çîroka “Mem û Zîn” a Mele Mehmûdê Bazidî û Çîrok(Şewêş)a Fûad Temo de heta xwe digihîne çîroka kurdî ya îro bal kişand ser gelek xalên ku ji bo çîrokê girîng in.
Sîdar Jîr bi taybetî bal kişand ser çîroka kurdî ya salên 90’î û got; “Divê çîroka kurdî ya îro ji wê agresîfiya xwe ya salên 90’î xwe xelas bike.”
Nivîskar Brahîm Ronîzêr û gelek şagirtên li Kurdî-Derê jî li bernameyê amade bûn. Jîr li ser pirsên beşdaran bi berfirehî qala çawaniya çîrokê kir û bi taybetî xwest ku haya çîroknivîskarên kurd ên roja me ji rewşa Qedrîcan û Nûredîn Zaza hebe ku di dema Hawarê de, bi taybetî wan her du kesan nasnameyên xwe yên siyasî bêhtir derxistine pêş û lewma jî tiştên ku xwestine pêk bînin kêm mane û ji ber vê yekê divê ev nakokî û xeletî ji aliyê çîroknivîskarên îro yên kurd ve neyê kirin.
Piştî bernameyê Sîdar Jîr pirtûkên xwe ji bo beşdaran îmze kir.