Diyarname
Belgefîlmê "Rewşen"ê ku bi ser kovara Rewşenê re rewşa ziman û xebata ziman û wêjeyê ya salên 90'î tîne ziman yekemîn car di 30'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de derket pêşberî temaşevanan.
Belgefîlmê Cemil Oguz "Rewşen", di çarçoveya festîvalê de li Muzeya Perayê hat nîşandayîn û temaşevanan eleqeyek baş nîşan da. Di salona ku tije bûbû de digel gelek nivîskarên kurd, derhênerên kurd Kazim Oz, Aydin Orak, Mizgin Arslan jî amade bûn.
Piştî nîşandayînê temaşevanan pirsên xwe pirsîn û Oguz ew bersivandin.
Kunye:
Nav: Rewşen
Senaryo&Derhêner: Cemil Oguz
Derhênerê Dîmenê: Cahit Çeçen
Kamera: Cahit Çeçen, Savaş Boyraz
Muzîk: Xak - Kamkar
Vesazkirin: Masum Elmas
Studyoya Dublajê: Asi Medya
Vebêj: Masum Elmas
Ziman: Kurdî (Bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî)
Mawe: 44 deqîqe
Sala kişandinê: 2011
**
Nûçeya eleqedar:
- 'Rewşen' derdikeve pêşberî temaşevanan