Diyarname
Nivîskar Ronî War ku heta niha zêdetir gotar û çîrok nivîsîne, digel van bi karê xwe yê weşangeriyê tê nasîn vê carê dest avêt romanekî. War bi navê “Feqiyê Teyran” romanek li ser helbestvanê navdar ê kurd Feqiyê Teyran nivîsî.
Romana “Feqiyê Teyran” ji Weşanên Ava derket. War dibêje ku di nav gel de gelek meselok û serpêhatiyên Feqiyê Teyran yên ku bi windabûnê re rû bi rû ne hene û wî hinek ji van serpêhatiyan bi zimanekî wêjeyî honaye û bi romaneke ku ji 160 rûpelan pêk tê pêşkêşî wêjehezan kiriye. War dibêje; “Feqiyê Teyran behrek e û ji vê behrê hew dilopek ji pênûsa min niqutiye ser kaxizê.”
Ronî War di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê ku vê 16’ê mehê dest pê dike dê pirtûka di standa Weşanên Ava de îmze bike.
Feqiyê Teyran / Ronî War / Weşanên Ava / Roman / 160 rûpel


