Diyarname
BDP ku bi Bloka Demokrasiyê, bi îfîtaqê û berendamên serbixwe dê bikeve hilbijartinê, heta 8'ê mehê navên berendamên xwe eşkere dike.
Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Bengi Yildiz diyar kir ku di bin banê "Bloka Demokrasiyê" wê beşdarî hilbijartina 12'yê pûşpera 2011'an bibin, herî dawî vê înê yan jî roja duşemê dê navên berendamên xwe eşkere bikin.
Yildiz wisa got: "Yên wekî partî beşdarî hilbijartinê bibin dikarin di lîsteyên xwe de guhartinê pêk bînin, lê yê serbixweyan îmkaneke wan a wisa tune ye. Herî dawî roja înê yan jî duşemê dê bi belgeyên têne xwestin serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê bidin. Paşê di demek nêz de dê vegerin herêma xwe û xebata bidomînin."