Di Roja Azadiya Çapemeniyê de rojnameger girtîne
Diyarname
3'yê mehê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê bû. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas çalakî li dar xist. Di çalakiyê zextên li ser rojnamegeran þermezarkirin. Û foto jî ji çalakiyê ji wê derê ye.
Li dinyayê 3'yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê jî ev yek tê pîrozkirin. Lê di vê rojê de li gor agahiya Platforma Piþtgiriya bi Rojnamegerên Girtî (TGDP) re niha 24 rojnameger û nivîskar di girtîgehê de ne. Ji van 8 nûçegîhanên DÎHA, 6 ê Atilim û nûçegîhanên Gundemê jî hene.
Her wiha di 1'ê Gulanê de nûçegîhanên Ajansa Anadolî, CNN Turk û Reutersê di çalakiya 1'ê Gulanê de cop xwarin, di bin bandora gaza çavsotîner de man.
Dîsa TGDP bi daxuyaniyeke nivîsekî ev roj pîroz kir, xwest dawî li êrîþên li hemberî rojnamegeran bêne rawestandin, TMY (Zagona Têkoþîna bi Terorê re) bê betalkirin û rojnameger serbest bêne berdan.