Diyarname
Pêşangeha Pirtûka a Ş. Herekol ku 20'ê mehê li Qamişloyê li Hola Zana vebûbû divê sibê bi dawî biba lê rojek berî wê, îro bi dawî kirin.
Di roja dawî ya pêşengehê de wêneyên Heyva Sor a Kurd dema sivîlan xilas dike, hatin pêşandan.
Gelek şênî, nivîskar û rewşenbîran serdana pêşengehê kirin. Şeş beşên ku tev li pêşengehê bûne 53 hezar pirtûk wekî diyarî dan.
Di merasîma bidawîkirina pêşengehê de endamê Komîteya Amadekar a Pêşengeha Herekol Ebûd Mexso spasiya Hêzên Ewlekariyê û Komîteya Tenduristiyê ji ber xebatên ku ji bo parastina beşdarên pêşengehê pêşkêş kirine, kir.
Komîteya Amadekar wêneya Şehîd Herekol radestî dayîka wî kir. Her wiha pirtûk li beşdarên pêşengehê belav kir û navên sê nivîskarên (Salih Heydo, Xidir El-Hemadî û Kone Reş) ji bo çapkirina pirtûkên wan bê pere, pêşniyar kirin. Komîteyê zaroka bi navê Rene Egîd a ku çavdêriya beşa pirtûkên zarokan dikir xelat kir.
Pêşengeha Pirtûkan divê roja 25'ê mehê bi dawî biba lê piştî ku Desteya Tenduristiyê ragihand ku gelek kes li bajarên Qamişlo û Hesekê bi vîrusa koronayê ketine, Komîteya Amadekar ji bo parastina welatiyan, îro pêşengeh bi dawî kir.
**
Nûçeyê Eleqedar:


