Diyarname
Qralîçeya Brîtanyayê Elîzabetha Duyemîn ji ber xebatên wê yên alîkariyê pênasa Lady da lîstikvan Angelina Jolie.
13'yê mehê merasimeke xelatdayînê li Londona Îngilistanê li dar ket. Qralîçe Elîzabet di vê merasimê de pênasa Lady da Jolie. Jolie ku Qasida Niyetbaş a Neteweyên Yekbûyiyê ye, bi xebatên xwe yên alîkariyê tê nasîn. Ji bo vê yekê Qralîçeyê pênasa Lady bikar anîn lê ji ber ku Jolie ne ji Brîtanya, yan jî hemwelatiya civakek ji Civatên Yekbûyî yên Brîtanyayê ye nikare vê pênasa Lady bikar bîne.Ji bo vê yekê ev pênaseya nû ya lîsitkvan Jolie wekî sembolek e.


