Diyarname
Hunermend Rûken Yilmaz bi piştgiriya ÎBB'ê konserek pêşkêş dike. Konser bê pere ye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) gelek çalakiyên çandî yên bê pere pêşkêşî hunerhezan dike. Hin ji van çalakiyan jî konserên cur bi cur in. Vê hefteyê yek ji van konseran, konsera hunermend Rûken Yilmaz e.
Rûken Yilmaz 6'ê mehê saet 20.00'an de li Sancaktepe Kultur Merkezî ya ÎBB'ê konserê pêşkêş bike. Konser bê pere ye.
Hunermend Yilmaz peyamek belav kir û got, "Dost û hevalên ezîz, de keremkin werin emê bi hev re konsereke xweş biborînin."