AMED
Di çalakiya "Raperîna Sivîl" a ku ji aliyê KCD û BDP'ê ve ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin de welatiyan bi pêşengiya meleyê sivîl nimêja înê kirin û xutbeya xwe jî bi kurdî xwendin.
Çalakiya "Raperîna Sivîl" a ku bi beşdariya Hevserokên BDP û KCD'ê, parlamenter, şaredaran ve li ber avahiya Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate destpêkirin bi piştgiriya hezaran welatiyan didome.
Di dema nimêja înê de welatiyên ku di çalakiyê de bûn neçûn mizgeftê û li qada çalakiyê nimêja înê kirin. Welatiyan betaniyên xwe li erdê raxistin û nimêj kirin. Meleyê ku pêşengî dikir jî xutbe bi kurdî da. Meleyê ku xutbe da bal kişand ser pirçandiyê, biratiya gelan û got ku cudahî dewlemendî ye.
Wêne: Sertaç KAYAR / DÎHA / AMED

***
Nûçeyên eleqedar:
- Bi wêneyan roja yekemîn a Raperîna Sivîl


