Diyarname
Lîstikvan Olivia de Havilland yek ji lîstikvana Hollywoodê ya serdema zêrîn bû, xwediya Xelata Oscarê bû û tam bi temamî 104 salî bû. Ew roja 26'ê mehê mir.
Olivia de Havilland sala 1916'an de li Tokyoyê hatibû dinê. Bi ser 50 salan de ked dabû fîlman û bi ser 50 fîlmî de rol girtibû.
Berî bimire lîstikvana herî extiyar a Oscar girtibû bû. Di sala 1939'an de di fîlmê "Gone with the Wind" (Wekî Bayê Derbas Bû) de lîstibû û bi vî fîlmî dihat nasîn. Di vî fîlmî de rola Melanie Hamilton girtibû ser milên xwe û serê pêşî bi vî fîlmî bûbû berendama Oscarê. Bi temamî 5 caran wekî berendam hatibû nîşandayîn. Lê di sala 1946'an de bi fîlmê "To Each His Own" û di sala 1949'an de bi fîlmê "The Heiress" di warê Lîstikvana Herî Serketî de Xelata Oscarê girtibû.
Di navbera salên 1930-40'an de gelek bal kişandibû ser xwe, Oscarên wê vê serdemê hatibû û di salên 1960'an de piştî li Pasîrê bi cih dibe ji bo peyman û xebateke baş a lîstikvanên Hollywoodê têkoşînê dide. Ligel lîstikvaniya xwe bi vê hewldana xwe jî bûbû xwedî qedir û hurmetê.