Amed
Sempozyûma Ehmedê Xanî bi dawî bû. Û em niha jî notên ji beşa duyem a sempozyûmê pêşkêşî we dikin:
- Di rûniştina ku moderatoriya wê Enîse Çager Ekîncî kir de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, zimanzan Zana Farqînî, zimanzan Tahsîn Îbrahîm Doskî amade bûn.
- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan: Ehmedê Xanî bi awayekî zane kurdî bikar aniye. Wî, ji bo zimanê kurdî li medreseyan bibe zimanê perwerdehiyê kedek mezin daye. Xanî zaravayê ku dê bikar bîne ji ber xwe nebijartiye. Di encama lêkolînan de zaravayê kurmancî di nivîsên xwe de bikar aniye. Xanî bi hostayiyek mezin ziman bikar aniye. Mirov dibîne ku di berhemên xwe de gelek peyvên nû afirandiye."
- Zimanzan Zana Farqînî (Li ser "Ehmedê Xanî û Muzîk" axivî): Eleqeya Xanî ji bo muzîkê hebû. Xanî di berhemên xwe de ensturmanên muzîkê û meqamê wê bi awayekî baş nivîsîne. Ehmedê Xanî di encama lêkolînên mezin de gihîştiye vê encamê. Ji bo gihîştina muzîka ku Xanî dixwest, têkildarî muzîkên ku li medreseyên wê demê de dihatin bikaranîn heta niha tu lêkolîn nehatine kirin.
- Zimanzan Tehsîn Îbrahîm Doskî: (Li ser "Ehmedê Xanî Rexneya Demê" axivî): Hemû helbestvanên kurd rexneya demê kirine lê tenê Ehmedê Xanî ev yek nekiriye. Zanayên kurd ên din bi rêya rexneya demê de desthilatdariyên demê rexne kirine. Bi Ehmedî Xanî re ev yek nîn e. Raye û statuya wan çi dibe bila bibe Xanî rexneyên xwe rasterast dike. Li gel vê yekê Xanî alternatîfa rexneyê jî datîne holê.
Bi hemû zanayên wê demê re hesreta ji bo dema borî heye, lê bi Xanî re hesreta ji bo dema borî nîn e. Ew balê dikişîne ser hêsîrtiya gelê kurd û ji bo pêşerojek azad rê nîşan dide.
- Jan Dost (Jan Dost ji ber ku nikarî bê Amedê peyam şand): Ehmedê Xanî xezîneyekê ye. Ew xezîneya Rojhilata Navîn û ya kurdan e. Divê em vê xezîneyê vekin, nas bikin û bidin nasîn. Ji her demê zêdetir pêdiviya kurdan bi felsefeya Xanî heye.
Axaftinên di rûniştinên din de::
- Halil Rahman Acar: Ev aliyekî neteweyî dide helbesta wî. Ji ber vê yekê di wêjeya Xanî de aliyê neteweyî derdikeve pêş. Di hemû berhemên wî de tu tişt ji ber xwe ve nehatiye gotin. Di berhemên Xanî de aliyê lêkolînê li pêş e. Berhemên wî di encama lêkolînên mezin de derketine holê. Ev jî di berhemên wî de aliyên zanatî dirdixe holê.
Xanî bawer dikir ku hemû xweşikayî û estetîk ji Xwedê tên. Li gorî Xanî ev xweşikayî parçe parçe li mirovan hatiye belavkirin. Her wiha di berhemên Xanî de evîn û ruhitî li pêş e. Felsefeya Xanî bi awayekî yekbûyî li jiyan, xweza û bûyeran dinêre.
- Nivîskar Reşît Findî: Wekî hemû kesên zana Xanî jî di berhema xwe ya Mem û Zînê de evînê bi awayekî evîna Beşerî û evîna Xwedayî cuda dike. Li gorî Xanî evîna Xwedê bi hemû kesan re heye. Parçeyek xweşikbûna Xwedê bi hemû kesan re heye. Li gorî Xanî evîna ebedî ya Xwedayî ye. Ev evîn ji bo wî bê dawî ye."
***
Nûçeyên têkildarî vê:
- Notên ji Sempozyûma Ehmedê Xanî
- Hemû Berhemên Ehmedê Xanî bi hev re hatin çapkirin
- Romaneke li ser Ehmedê Xanî; 'Mîrname' derket
- Li Amedê li ser Ehmedê Xanî konferanseke navneteweyî
-