Diyarname
Şaredariya Hezexa Şirnexê li ser dîroka Hezexê sempozyûmeke bi 4 zimanan li dar dixe. Ji bo vê vexwendnameyê bi 4 ziman ji Hevserokê BDP'ê Sehalattin Demirtaş, Serokwezîr R. Tayyip Erdogan, Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê MHP'ê Devlek Bahçelî û gelek mebûsan re şandin.
Sempozyûm di navbera 12-13'yê adarê de bi sernavê "Ji paşerojê heta îro Hezex" wê bê li dar xistin.
Ji bo sempozyûmê bi kurdî, tirkî, erebî û îngilîzî afîş û vexwendname hatin çapkirin.
Sempozyûma ku bi hevkariya Qeymeqamiya Hezexê, Şaredariya Hezexê û Zanîngeha Şirnexê ve tê li dar xistin ji serdema Hz. Mihemed, çar xelîfeyên wî û heta niha dê li ser dîroka Hezexê nîqaş bêne kirin.
Di nav vexwendiyên sempozyûma ku du rojan wê lidar bikeve de digel siyasetmedaran Rektorê Zanîngeha Dewletê ya Erîvana Ermenistanê Prof. Dr. Viktorya Arakelova, Nûnerê Zanîngeha Dihokê Dr. Ednan Zeyan Ferhan, Nûnedê Zanîgeha Qamişlo Lahdo Îsheq jî hene.