Qers
Di Festîvala Çand û Hunera ku Şaredariya Qersê di meha adarê de wê li dar bixe de dê hunermend Sabahat Akkiraz jî konsereke li dar bixista û li ser vê peyman jî hatibû sazkirin. Konsera Akkiraz hat betalkirin. Tî îdîakirin ku ji ber Akkiraz beşdarî CHP'ê* bûye Şaredariya Qersê konsera Akkiraz betal kiriye.
Festîval wê di navbera 4-10'ê adarê de li Qersê li dar bikeve û Akkiraz jî dê 5'ê mehê konser bida.
Birê Akkiraz Hasan Akkiraz ku di heman demê de şêwirmendê wê ye wisa got: "Me li ser konserê li hev kir. Şaredarî di daxuyaniya ji bo çapemeniyê de cih da navê Sabahat Akkiraz jî. Dema Akkiraz di 1'ê reşemiyê de beşdarî CHP'ê bû di nav endamên meclisa şaredariyê de nerazîbûn çêbûn. Li ser vê konser betal kirin."
***
Nûçeya eleqedar: