Diyarname
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca diyar kir ku bajarên ku biryar dane bê maske derketina derve qedexeye derket 42'yan. Di nav van bajaran de Amed, Riha û Erzerom jî hene.
Heta niha li hin bajaran ev biryar hebû niha hejmara wan bajaran zêde kir. Bajarên wekî Amed, Riha, Erzerom, Kayserî, Rize jî li van bajaran zêde kirine.
Wezîr Koca diyar kiriye ku bê maske têkoşîna dijî koronayê zehmet e û dixwaze maske bê bikaranîn.
Bajarên ku bê maske derketina derve lê qedexe ye ev in:
Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Mûş, Erzerom, Riha, Semsûr, Batman, Entab, Elezîz, Îdir, Meraş, Meletî, Şirnex, Sêrt, Erdexan, Afyonkarahisar, Amasya, Aydin, Balikesir, Bartin, Bolu, Burdur, Denizli, Duzce, Eskişehir, Giresun, Isparta, Karabuk, Kirklareli, Kocaeli, Konya, Kutahya, Mugla, Nevşehir, Osmaniye, Sakarya, Sêwas, Uşak, Zonguldak, Kayseri, Rize.
Yên ku maske nedir ber dev û pozê xwe dê bi cezayê pereyan bêne cezakirin.


