Ensarioglu bû Serokê TSO'ya Amedê
Diyarname
Li Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê civîn hebû ji bo serokatiyê. Berendamê AKP'ê têk çû, Ensarioglu bû serok.
Di hilbijartina Odeya Sanayî û Ticaretê (TSO) ya Amedê de hilbijartin pêk hat. Di hilbjartinê de berendam Mehmet Kaya ku mebûsê AKP'ê yê Amerê Kutbettin Arzu piþtgirî dida li hemberî Galip Ensarioglu têk çû.
Mehmet Kaya ku karsazên nêzî AKP'ê û mebûsê AKP'ê yê Amedê Kutbettin Arzu piþtgirî 19 deng girt. Berendamê din Galip Ensarioglu ku partiyên din piþtgirî dida bi 27 dengan hat hilbijartin. Tê gotin ku karsazên nêzî DTP'ê jî piþtgirî dida Ensarioglu,
Her wiha rêveberiya nû ya TSO'ya Amedê ji van kesan pêk hat: Mehmet Galip Ensarioglu (Serok), Ahmet Cengiz, Remzi Durmaz, Devrim Turk, Mehmet Salim Akmermer, Cengiz Ayaz, Nurullah Edemen, Bedri Durmaz, Mehmet Diyadin Gezer, Fesih Ozateþ, Mahmut Aydin.