Diyarname
Şoreşgerê navneteweyî Ernesto Che Guevara vê carê bi destnivîsên xwe ket rojevê. Destnivîsên Che ketin nav "Bîra Dinyayê" ya ku mîrateya belgeyî ya UNESCO'yê ye.
Di nav lîsteyê de 431 dest nivîs û belgeyên li ser jiyana şoreşger Che cih girtine. Li gor ragihandina RIA Novosti di nav li dor hezar belgeyî de notên ciwanî yên Che, rojnivîska wî ya di dema li Bolîvyayê nivîsiye jî heye.
Bernameya belgeyên mîrate ya UNESCO'yê bi navê "Bîra Dinyayê" di sala 1992'yan de hatiye avakirin. Ev bername dike ku belgeyên mîrate yên dinyayê ne bêne parastin, bêne belavkirin û bigihînin însanan."