Diyarname
Li hin welatan mîlyon dolaran dixwin tiştek nabe, li hin welatan tenê ji ber ku heqê dersa xwe ya taybet ji pereyên hikumetê dane îstîfa dikin. Em qala siyasetmedareke fînî dikin.
Wezîra Maliyeyê ya Fînlandiyayê Katri Kulmuni çû dersa xîtabetê. Heqê dersa xwe jî ji butçeya wezaratê, yanê ji pereyên gel da. Li ser vê yekê kovareke bi navê Suomen Kuvalehti nûçeyeke saz kir. Piştî vê Wezîr Kulmuni roja 5'ê mehê got ku ew dê ji wezîrî îstîfa bike û lê ji Serokatiya Partiya Navendî ya Finlandiyayê îstîfa neke.
Kovar di nûçeyê de îdîa dike ku Wezîr Kulmunî 50 hezar euro ji bo dersa xwe xerc kiriye.
Hikumeta Finlandiyayê wekî koalîsyon karê xwe dike ku di nav koalîsyonê de 5 partî hene. Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin e. Partiya Kulmuni Partiya Navendî ya Finlandiyayê yek ji partiyên di nav koalîsyonê de ye.


