Diyarname
Rojên Fîlman a Stenbolê Documentarist îsal dê di navbera 6-16'ê mehê li dar biketa lê ji ber vîrusa koronayê niha bername kirin du parçe, beşa yekem wekî online tê.
Documentarist heta niha 12 caran li dar ket û niha ji bo cara 13'yan xwe amade dikir. Li gor bernameyê divê di nava meha pûşperê/hezîranê de li dar biketa lê ji ber vîrusa koronayê tiştê bi dilê wan çênebû. Loma jî biryar dan ku hevdîtina 13'yemîn ji bo payîzê bihêlin lê ji bo meha pûşperê jî çalakiyan çêbikin. Ji bo vê yekê li gor dîroka berê hatiye diyarkirin di navbera 6-16'ê pûşperê de dê versiyona "Home Edition" li dar bixin û di vê çarçoveyê de 10 fîlmên ji festîvalên xwe yên berê hilbijartine wekî online pêşkêş bikin. Her wiha dê dersek ligel Alan Berliner çêbibe, ligel hunermendan rojane gotûbêj çêbe û hin atolye jî li dar bixin. Bernameya vê "Home Edition" di rojên pêş me de dê bê eşkere kirin.
Li gor amadekarên Documentaristê ew hêvî dikin ku hevdîtina Documentaristê bi bernameya li salonên sînemayê payîzê bi awayekî li dar bixin.
Dersek ligel Alan Berliner
Documentarist di vê çarçoveyê de belgefîlmkarê navdar Alan Berliner dike mêvan. Ew di sala 2013'yan de jî hatibû Stenbolê lê wê çaxê çalakiyên Geziyê hebûn, ligel her tiştî bername çêkiribû û di heman demê de ew jî beşdarî van çalakiyan bûbû. Niha Alan Berliner êvara 7'ê mehê dê ji ser online re dersek bide. Her wiha Documentaristê du fîlmên wî jî xistine nava bernameyê.
Ji bo agahiyên zêdetir: Documentarist.org

Alan Berliner dê dersek bide û her wiha du belgefîlmên wî jî dê bêne nîşandayîn.


